Cîhan
Operasyonên Amerika li Încirlik tên rêvebirin
Wezereta Bergiriya Amerika Pentagon, di derbarê rewşa balefirxaneya Încirlik a Tirkiye de daxûyaniyek ragihand.Ji berî niha rojnama Amerikî Wall Street Journal dabû xûyakirin ku,ji bo problemên di navbera Washington û Enqere de hayîn, balefirên Amerikê ji Încirlik nafirinû operasyonên Amerika yên ji Încirlikê têne rêvebirin sekinîne.Berdevkî Pentagon yê Fermandariya hêzên Ewropa Johnny Michael da xûyakirin ku, operasyonên li Încirlîk rêvediçin nehatine sekinandin. Berdevkê Pentagon ragihand ku nûçeya rojnamê ne raste.Bepirsên Tirkiye jî daxûyaniya Pentagon piştrast kirin.