Operasyona Tirkiye metirsiyê li se 15 gundên Zaxo çêdike

Li gora nûçeya Rûdawê, Artêşa Tirkiyê derbasî nav 15 gundên sînorê navçeya Zaxo bûye û operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê encam dide.

Artêşa Tirkiyê beriya çend rojan qonaxa sêyem a “Operasyona Pence-3” li dijî gerîlayên PKKê ragihandibû û hatibû diyarkirin ku dê ev qonaxa sêyem a operasyonê li çiyayê Heftenînê birêve biçe.

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand ku li herêmên Batûfa û Dêrkarê yên Zaxo, hêzên artêşa Tirkiyê li hinek cîhan kîlometreyekê, li hinek cîhan jî 2 kîlometreyan derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûne.

Nasir Elî da zanîn ku ew gund nêzîkî sînor wekî Gundên Heftenan û Sinaht bi ser nahiya Dêrkarê ji bilî van gunda Qesrok, Merga Dişîşê Dêrşîş û Geliyê Pisaxa û çend gundên din ligel Bakurê Kurdistanê hevsînor in operasyona artêşa Tirkiyê berdewam e ku vala ne.

Peyamnerê me bi bîr xistî ku berî du rojan ji ber destpêkirina operasyona Tirkiyê li navçeya Heftanînê li dijî PKKê, hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermi hişyarî dane nîştecihên şeş gundên sînorê herdu bajarokên Batîfa û Derkarê ku serdana gundên sînorî nekin.

Nasir Elî destnîşan kir ku duh bi şev jî çend deverên sînorî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê jî li Başûrê Kurdistanê berdewam e.

 

Nerîna min :