Cîhan

John Kirby: Amerîka wê desteka leşkirî bide Îsraîlê

Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî

John Kirby, ragihand ku li dijî êrîşek muhtemel a Îranê Pentagon wê piştgirîyek leşkirî ji Îsraîlê re bişîne.

Kirby ku di weşana CNNê de bû mêvan, zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn û bertekên rêveberiya DYA nirxand.

Kirby, bi bîr xist ku Serokê Amerîkayê Joe Biden jî bi pêwendiya telefonî ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re behsa ” li dijî Îranê şandina piştevaniya leşkirî ji bo Îsraîlê kiriye “.

Kirby hestiyariya xwe ya di derbarê ewlekariya Îsraîlê de dubare kir. Kirby, bal kişand ser tehdîdên Îranê yên li ser Îsraîlê û got:

“Ez niha nikarim têkevim hûrguliyan (di derbarê alîkariya ku bê şandin). Niha em li ser vê yekê dixebitin”.

Back to top button