Civak

Navser Nûrî: Divê komên çekdar ji Şengalê bên derxistin

Alîkarê Wezîrê Şehîdan û Enfalê yê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Navser Nûrî diyar kir ku divê PKK û komên çekdar ên din ji Şengalê bên derxistin.

Li bajarê Dihokê bi boneya 10 emîn salvegera dagirkirina Şengalê ya 3ê Tebaxa 2014an, çalakiyek bîranînê hat lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyê de kesên ku xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine, nûnerên Êzidiyan û rayedarên hikûmetê amade bûn. Ji bo Êzdiyan mûm hatin pêxistin, helbest hatin xwendin û belgefîlmek li ser êrîş û dagirkeriya DEAŞê belgefîlmek hat nîşandan.

Alîkarê Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan yê Herêma Kurdistanê Navser Nûrî, diyar kir ku divê PKK û komên çekdar ên din ji Şengalê bên derxistin û got: “Heger komên çekdar ên li wir bên derxistin, em jî wek wezaret dikarin ji bo derxistina gorên komî her tiştî bikin”.

Nûrî bi berdewamî got:

“Em dixwazin Iraq bibe endamê Dîwana Edaletê ya Navdewletî, da ku pirsgirêkên li Şingalê bên çareserkirin û xizmên qurbaniyan tazmînatê werbigirin. Iraq di sala 2005an de bû endam lê xwe vekişand. Eger Iraq bibe endam, wê demê wê asankariyê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re peyda bike”.

Serokê Navenda Çandê ya Laleşê Saîd Cerdo jî got: “Divê hikûmeta Iraqê tazmînatê bide kesên ku ji ber DEAŞê zirar dîtine û sûcdar bên cezakirin. Divê hikûmet alîkariyê bike ku dosyaya Êzdiyan li Dadgeha Cezayê Giran a Navnetewî bi dawî bibe “. Cerdo xwest ku rêkeftina Hewlêr-Bexdayê bê cîbicîkirin, da ku PKK ji Şingalê bê derxistin û Êzdî vegerin malên xwe.

Back to top button