Nêçîrvan Barzanî: Divê PKK û hêzên din yên neqanûnî ji Şingalê derkevin
03/08/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî: Em dê hertim piştevanî û bergiriyê ji mafên birayên xwe yên êzidî bikin
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro şemiyê 03.08.2024ê, di 10 Salvegera Komkujiya Êzdiyan ku, ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê û Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzdî li Hewlêrê ve hatibû berhev kirin, beşdarî kir.
Di merasîmê da ku, birêzan nûnerên Serokomarê Iraqê, nûnerên Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubal Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Emîrê Êzdiyan, Baba Şêx, Serokê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên hikûmet û partiyên Iraq û Herêma Kurdistanê û dîplomat camawerekê zêde ji pêkhateyên cuda û Êzidî û mêvan amade bûn, erok Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û ev li jêr naveroka wê peyvê:
Rêzdar Emîrê Êzdiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg
Birêz Baba Şêx
Xûşk û birayên hêja yên Êzidî,
Amadebûyên hêja
Beyanî baş
Hemû alî bi xêr hatin ji bo bîranïa bi êş û janm 10emîn Salvegera komkujiya Êzdiyan. Bîranîna yek ji tawanên herî hovane di dîrokê da ku îro jî piştî deh salan hêşta birîneke vekirî ye û welatiyên me yên Êzidî hîn jî ji encamên wê êşê dikişînin. Bîranîna tawaneke din a hovane ku ew jî ketiye rêza kîmyabaran, Enfal, koçberkirin, bi zîndîdefinkirin, wêrankirin û hemû ew tawanên ku li dijî gel û xaka Kurdistanê hatine kirin.
Şehîdbûna zêdetir ji 5000 kesan ku, bi sedahan pêkve gulebarankirin û di 100 gorên komî de hatin definkirin Zêdetirî 6417 keç, jin û zarokên êzdî hatin revandin û li bazaran hatin firotin ku, mixabin hîn jî çarenivîsa 2.596 nediyar e, wêrankirina Şengal û deverên wê, koçberbûna bi sedhezar kesan ji xelkê Şengal û deverên wê, êş û hesreta van hemûyan ne di 10 salan da, lê heta-hetayê nayê jibîrkirin!
Komkujiya Êzdiyan di serdama cîhana nûjen û pêşketî da şokeke mezin û nebawerkirî bû ku, tevahiya mirovahiyê li cîhanê hejand. Di dîroka Kurdistan û Iraqê da xaleke werçerxanê bû ku, diviyabû bi awayekî cidî bihata girtin û hemû civaka navdewletî bi hev ra kar bikirana ku ev tawan li cihên din dubare nebe. Divê her hewl bê dayîn ku sûcdar bên cezakirin, edalet ji mexdûran ra bê cîbicîkirin û mexdûran bi her awayî bên qerebûkirin! Bi vê minasebetê em cangoriyên wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bejna xwe li ber giyanê wan ê pîroz ditewînin. Ew ê her û her dê di yada hemû Kurdistaniyan û her mirovekî xwedî wijdan bên bîranîn.
Silav ji malbat û kesûkarên qurbaniyê dilbirîn ra. Em jan û êşa wan ji nêz ve hîs dikin. Haya me ji hesreta wan, nalîn û kedera wan a bi şev û roj heye. Em hevsoz û hevxemiya wan dikin û her tim piştgiriya wan dikin.
Birêzan..
Vegerandina ji komkujiyê, ji nûve destpêkirina jiyanê, ji nûve avakirina hêviya paşerojê ji bo Êzdiyan di rewş, dem û erdnîgariyeke wiha da, ne karekî hêsan e,karekî gelek zehmet e, lê berxwedan û îradeya wan ya ji bo jiyan, man û berdewamiyêm wisa dike ku, ka çawa Êzidî berê bi dehan fermanên tunekirinê û komkujiyê da nehatine tunekirin, lewra vê carê jî, tevî derdeserî û wêraniyên wê komkujiyê, ew ê rabin û ji nûve dest pê bikin.
Ya ku li ser asta navnetewî ji bo naskirina jenosîda êzdiyan hatiye kirin, alîkarîyên navnetewî, ya ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo xizmetkirina êzdîyan hatîye kirin di danan yasaya (Rizgarbûyên êzidî û pêkhateyên d din ji mesîh, tikman û şebek) da, berdeskirina alîkariyên mehane ji aliyê Hikûmeta Îraq a federal ve, herwesa piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina penaberên êzîdî ji bo vegera Şingalê û gelek gavên din cîyê hurmet, spasî û destxweşiyê ne, lê bêguman yek ji van têrê nake û hê gelek tişt hene ku, ji bo gelê ezîz yê êzdiyan bê kirin. Kêmkirina encamên jenosîdê erka û berpirsiyariya hevpar ya hemûyan e li Iraq, Herêma Kurdistanê û heta ya civaka navdewletî jî ye. Çareserkirina encamên derûnî, civakî, mirovî, aborî û hawirdorê yên komkujiyê karekî dijwar û demdirêj e ku pêwîstî bi gelek jêhatîbûn, pisporî û pêwîstiyan heye. Em hemû neçarin di vî karî da berdewam bikin û bi ser bikevin, tu rêyek din li pêşiya me tune divê bikîn. Divê aqûbeta windayan bê eşkerekirin û malbatên wan ji êşa bênavber a bendewariyê rizgar bibin.
Ji bona vê mebestê em hemû xûşk û birayên xwe yên êzîdî piştrast dikin ku, karê tîmên ofîsê dê berdewam bin heta ku kesek revandî nemîne û hemû revanî bên rizgar kirin. Pêqîstiya bi hezaran mexdûran hewceyê dermankirina psîkolojîk a demdirêj û lênihêrîna taybetî heye, ku divê ji wan ra were peyda kirin û alîkariya wan were kirin da ku vegerin jiyana normal. Şengal û derdora wê pêwîstî bi jinûve avakirin, xizmetguzarî û dabînkirina aştî û aramiyê heye. Ji ber wê jî divê Hikûmeta Federal ya Iraqê ji bo pêkanîna rêkeftina Şengalê û asayîkirina rewşê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ra hevkariyê bike.
Xizmetkirina gelê Şengalê û pêkhateya êzidî divê karê me hemûyan yê pêşîn be. Werin em hemû bi hev ra bixebitin ku êdî Şengal û êzidî nebin ajandaya hizbî û siyasî û dîl nebin destê hêzên herêmî da. Divê gelê Şengalê bi xwe karûbarên xwe birêve bibe û êdî nebin esîrê hêzên derveyî tixûban. Ji ber vê yekê divê PKK û her hêzeke neqanûnî ji Şengalê derkeve da ku em hemû bi hev ra bikarin ewlehî, jiyan, avadanî, umêd û hêviya jiyanê ji Şengalê ra vegerînin. Li Iraqeke pir olî û pirneteweyî da, hebûna bi bandor a saziyan û cîbicîkirina destûrê garantiya parastina hemû pêkhateyan û mafên wan yên niha û paşerojê dike, klîta aştî, aramî û pêşketina welat e, ji ber wê jî divê em hemû ji bo cîbicîkirina destûra herdemî ya Iraqê kar bikin.
Amadebûyên birêz
Êzidayatî ola jiyandostî, mirovdostî û hevduqebûlkirinê ye, pirsgirêk bi tu ol û baweriyên din ra runeye. Êzidî bi xwe pêkhateyeke ku, dixwazin bi derûdora xwe ra bi xweşî û aramî bijîn. Ji ber hindê civakeke hindî bêjî hez ji aştî, seqamgîrî û aramiyê dikin. Ew ji welat, gel û cîranên xwe ra gelek dilsoz û mirovperwer in. Ji ber vê yekê êzîdî bingehek girîng ya çanda pirdengî, bihevrejiyan û toleransê ne di civaka Kurdistan û Iraqê da.
Daîşê bi komkujiya êzidiyan xwest dijminî, dubendî û nakokiyan di navbera pêkhateyên civakê û çanda me ya jiyana hevbeş tune bike. Mixabin li Şengalê û li hindek deverên din êzidî ji xew rabûn dîtin ku cîran û kirîvên wan ê bi salan cilûbergên û fikrên reş yên Daîşê li xwe kirine û tiştekî wan naparêzin. Bi rastî ev êşek kûr û janek mezin e. Lewma piştî 10 salên komkujiyê û êş û azarên wê, ji her tiştî zedetir pêwîstiya gelê êzidî bi diruskirin û binyatdanana baweriyê heye. Erkê me hemûyan e, di hemû waran da ku, em her tiştî bikin da ku em êzîdiyan bigihînin ewlehî, bawerî, hêvî û pêşerojeke geş û ewle. Werin em rêyekê bibînin ku tiştê hatiye serê wan her û her bibe parastinek û careke din rojek wusa reş nebîn in. Ji bilî hemû erkên ku dikeve ser milê hikûmet, aliyên siyasî û aliyên pêwendîdar bo xizmetkirina êzidiyan, ez dixwazim balkişandim ser rola giring ya zanîngehan. Gelekî girîng e ku saziyên me yên akademîk lêkolînên zanistî û tezên akademîk bi zimanên cuda veqetînin û lêkolîn bikin ka êzidiyan çawa ol, çand, kevneşopî û zimanê xwe parastine?
Ji ber vê yekê ez bang li zanîngehên me dikim ku beşek ji tezên xwe yên master û doktorayê ji bo pirsgirêka êzidiyan ku, hemû qadên jiyana wan dihewîne, veqetînin. Bi vê yekê em ê ji bo êzîdiyan qada ragihandinê û parastina doza xwe û her wiha parastina resenî û mîrateya xwe bikin, da ku di çavkaniyên navneteweyî da bibe çavkaniya belgeyan.
Di dawiyê da em serxweşiyê li Pêşmerge yên qehreman dikin ku di operasyona azadkirina Şingalê da di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî da şehîd bûne. Bila serê wan sax be. Em ji malbatên wan yên serbilind ra silavên xwe dişînin. Spas ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ku, alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo şikandina Daîşê kir. Çawa ku me bi hev ra Daîş têk bir, em dê bi hevkariya hevpar di hemû waran da fikrên tarî yên terorîstan, tundrewî û tundiyê tune bikin. Ji bo vê mebestê jî divê em berdewam bin ji ber ku li gorî me heta niha jî Daîş li ser aştî û aramiya Iraq û navçeyê metirsî ye.
Ji bo organîzekirina vê bîranînê spasiya Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê û Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzdî dikim.
Bi vê minasebetê bi navê xwe û we, bi germî pîrozbahiyê li berpirs û tîmên ofîsê dikim ji bo rizgarkirina kesên revandî. Rizgarkirin û vegerandina 3 hezar û 579 kesên revandî karekî mezin e û spasiya wan dikim û serkeftinê ji wan ra dixwazim. Ez xûşk û birayên me yên êzîdî dilniya dikim ku em dê her dem piştgiriya wan bikin û mafên wan biparêzin. Ji bo Şengal bibe parêzgeh û ji nûve ava bikin em dê xebatên xwe bidomînin. Em dê kar bikin ku beşdarbûn û nûneratiya siyasî û îdarî ya êzidiyan û hemû pêkhateyan di saziyên Iraq û Herêma Kurdistanê da weke pêwîst û parastî be. Em dê berdewam din heta bi awayekî berfirehtir komkujiya êzidiyan li cîhanê bê naskirin û bê werebûkirin.
Her wiha destxweşiyê li wan hemû kesên dikim yên ku îro li her derê vê salvegera xemgîn bibîr tînin. Spasiya hemû kesên ku di yekem kêliya jenosîdê da digel xûşk û birayên êzîdî û xelkê Şingalê rawestiyan, bi taybetî jî xelkê dilsoz û mêvanperwer yên Duhok û Badînan bi giştî hembêza xwe ji qurbaniyên Şingalê ra vekirin. Mirovahî û wêrekiya wan tu carî nayê ji bîr kirin.
Di dawiyê da silav li giyanê generalê hêzên asmanî yên Iraqê (Mecîd Ebdulselam Temîmî) ku di alîkariya qurbaniyên Şengalê da jiyana xwe ji dest da û şehîd bû, bin. Em silavên xwe ji giyanê wî ra dişînin û bi vê wesîleyê silav, rêz û hezkirina xwe ji malbata wî ra dupat dikin.
careke din hûn hemû bi xêr hatin
Gelek sipas.