Polîtîk
Odierno: Em dikarin li Iraqê bimînin
Di derbarê mayina leşkerên amerîka li Iraqê, Fermandarê Hêzên Amarîka, General Raymond T. Odierno got, ku heta niha Amerîka xwe girêdayî vekişîna hêzên xwe ji Iraqê dibîne û dê ji niha ve û heta nîvê meha tebaxê, tenê 50.000 leşkerên Amerîka li Iraqê bimînin.
Raymond T. Odierno ji rojnameya Fox News a Amerîkayî re got, ku heta niha jî hukûmeta Amerîka nexweztiye, ku ew rêkevtinnameya stratejîk a navbera Iraqê û Amerîka dîsan di ber çavan re derbas bike.
Heweha di daxûyaniya xwe de Raymond T. Odiernogot: “ Eger Iraqî ji me bixwazin ku em li Iraqê bimînin,yan dema mana xwe ya li Iraqê dirêj bikin, em dê dîsan di vê derbarê de guft û goyan bikin. Em dê hîngê biryara xwe bidin û dê ew biryara me li gora siyaseta hukûmeta Amerîka be.“