Maratona guhertinê di parlementoyê de destpê kir
Enqere – Îro maratona guhertina hinek xalên destûra bingehîn ya Tirkiye di parlementoyê de destpê dike. Civîna giştî ya parlemantoyê îro dê dest guhertina hinek xalên destûra bike. Di vî warî de helwesta partiyên muxalefetê ya CHP-ê û MHP-ê kifşe. Ewê hewlbidin ku, gengeşeyan dirêj bikin û astengan di rêya gengeşeyan de çêbikin. BDP dê di derbarê guhertinan de dîtina partiya xwe bêjin û herweha wê daxwaziyên xwe binîn ziman. Lê hêj di dengdanê de helwesta BDP-ê ne kifşe.
Piştî gengeşe li ser paketa guhertinê xilas bibe. Dê dengdan li ser tevitiya paketê çêbibe. Eger 367 parlementer ji bo erêkirina paketa guhertinan dengê xwe bidin. Dê ew guhertin bibin qanûn û beşek ji destûrê bête guhertin. Eger dengên erêkirinê nebin 367 lê ji 330 be, yan jî zêdetirbin , dê ji bo erêkirina guhertinê referandum bête kirin û wê veca gel wê biryara dawî bide.