Polîtîk

Ocalan Parlementer anîn ser rêya rast

Li ser axavtina Ocalan di derbara “ Xweseriya Demokratik“ de, Parlementerên  BDP-ê dîtinên xwe gotin. Wek tê zanîn, Ocalan di derbarê biryara KCD-ê de gotî bû ku, KCD gelek teng berê xwe daye pirsa xweseriya demokratîk û belavkirina vê projeyê di pirtukek sor de çewte. Herweha Ocalan gotibû ku, KCK û BDP nekariya bi awayek pêwîst vê projê ji gel le bêje û ew rexne kirîbûn.

Li ser vê yekî parlementerê BTP-ê yê bajarê Sêrtê daxuyaniyek da rojnama Taraf û dibêje: Ocalan rast dibêje me nekarî em vê projeyê bidin fam kirin. Osman Ozçelik got: “  Herêma otonom û sembolek ji bo vê herêmê astenga di çaresweriyê de peyda bike ev ne pêwiste. Heger mafên kurdan yên “kolektif“ bêne qebûl kirin, kesek nabêje bila sembolek hebe“

Di vê derbarê de Ozcelik got: “ Tu problema me li gel ala Tirkiye tuneye. Hat têgandin ku heçku em vê alê naxwazin û şûna wê alek din dixwazin, heçku em dibêjin bila zimanê fermî ne Tirkî be bila şûna wê Kurdî be. Me ev tişt nexwestine ,lê welê tê hate gihandin. Me tu cara negotiye ku bila zimanê fermî bête guhertin, em dibêjin bila azadiya zimanê kurdî hebê. Birêz Ocalan dibêje bila her tişt rast bête gengeşe kirin û her tişt rast bête têgihandin.Ocalan şîreta li me dike û em vê yekê rast dibînin.Eger pirsgirêk al be yan jî bi karîna sembolekî ji bo kurdan be, em dev ji vê sembolê berdidin“

Parlementerê Muşê Nuri Yaman jî, rexneyên Ocalan di cih de dibîne û dibêje ku, raste me nekariye em projeya xweseriyê rast ji xekê re bêjin.
Hevseroka BDP-ê Kişanek li ser pirsekî got: Ji dev van tiştan berdin ,ji van gengeşeyan zêdetir guhertina desturê pêwiste û desturek nû ji bo Tirkiye divê

Back to top button