ji Xweserî berev Serxwebûnê
Chris Kutschera
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya general Barzanî, statuya xweseriyê ya ku hikumeta Iraqê di roja 11’ê adara 1974’ê de dabû Kurdistanê, red kir. Ev rabûna tansiyonê, çar sal roj bi roj bi du peymana 1970’ê re pêk tê ku bi wê peymanê ve dawî li neh salên şerrî anîbû.
Kurd û Bexda, di serî de li ser tarîfe û şertên xweseriyê, bi awayekî mayinde li hev nakin. Di derbareya van xalên taybet de, tehlîla muqayesekirî ya projeyên her du aliyan dê li jêr bikare bê xwendin. Digel ku mesafeya di navbera van projeyan de ji xwe pirr mezin e, haya Kurdan ji rewşeke weha heye ku ji hêla rayedarên Bexdayê ve jî baş tê zanîn: ku ji bo demeke dirêj red dibin, xwastekên xweseriyê di dawiyê de ber bi meyla serxwebûna tevahî ve diçin.
Ev bizav dikare bibe sedema kêşeyên hîn ciddîtir, ji ber ku xewna “Kurdistana mezin” ya ku dê Kurdên Iraq, Îran û welatên din jî di nav xwe de vehewîne, hê jî dimîne. Di vî warî de, divê lîstika hêzên ku di pirsgirêkê de, bi awayekî rasterast an nerasterast xwediyên berjewendiyan in, bi baldariyê bê şopandin.
Digel vê yekê jî, tansiyona navbera Kurdên general Barzanî û hikumeta Bexdayê zêde dibe. Piştî tekçûna muzakereyên xwe yên bi PDK’ê re, hikumetê di roja 26’ê adarê de biryarnameyên bicîhkirina statuya xweseriyê, ya ku di 11’ê adarê de hatibû dayîn, weşandin. Ev belgeyên hanê birêveberiyeke hevpar a di bin çavdêriya desthilata navendî de, efûyeke giştî û hilbijartinan destnîşan dikin. Dotira rojê, general Barzanî “navberkariyeke biyanî” xwast û got ku bi tenê ev navberkarî dê bikare rêyê li ber “şerrekî topyekûn a navbera hêzên wî û artêşa iraqî” bigire.
Li çarrêya Rewandizê, pîvan û kepirek sînora navbera herêma di bin bandora hikumeta Bexdayê de û erdên general Barzanî didin xuyakirin. Bi dû kontrola dawî ya asayîşên baasî re, trimbêl dîsa jî dide ser rêyê û hevreyên me aram dibin: yek ji wan dibêje “Hûn bi xêr hatin Kurdistana azad”, û li belgeyekê digerre ku em ê pê bikarin derbasî baraja din bibin, ya ku ji hêla pêşmergeyên Barzanî ve tê çavdêrkirin.
Li milê rast, li ser zinarekî veniştî, bajarê Rewandizê heye; ew di nava dîmeneke asê û dijwar de disekine, li quntaxa çiyayên ku artêşa iraqî tu carî nekarî bi dest bixistana. Li derveyî bajêr, hêzên iraqî di avahiyeke askerî ya berfireh de radizên: ji agirbesta 11’ê adara 1970’ê ve, wan tu hewl nedaye ku derbasî wî aliyê sînorê nexuyayî bibin ku çend sed metreyan dûrî wan e.
Sed kîlometre li paşiya me Hewlêr heye, û 250 kîlometre bi paş de jî, Kerkuka ku meşalên kevneşîrketa Iraq Petroleum Company (Şîrketa Neftê ya Iraqê) bi şev û rojê ronahiyê didinê. Berhemên wê yên salane bi qasî 50 mîlyon tonên neftê ne, û dê di demeke nêzîk de bibe 80 mîlyon ton; lewre jî Kerkuk sedema sereke ya kêşeya navbera Bexda û general Barzanî ye: ji bo Kurdan, Kerkuk paytexta Kurdistana Iraqê ye. Yek ji hevreyên me, têkoşêrekî ciwan yê ji tevgera ciwanên Kurd, weha dibêje: “Îspata wê ya herî berbiçav jî ew e ku li Kerkukê goristaneke ereb tune! Lê bigerrin, hûn ê goreke ereb jî nebînin!”
Lê belê, di dema nuha de, bi tenê çiya di destên Kurdan de ne; em bi “rêya Hamilton” ku ji navê muhendîsê îngilîz tê ku ew pencî sal berî nuha ev rê çêkiriye, ber bi wan çiyayan diçin. Rêya Hamilton jî rêçikeke piçûk ya nav çiyayan e, teng e, bi dewr û çerx e; bi dirêjiya bi qasî 80 kîlometreyî, ev rê derbasî bajarê Hecî Umranê dibe ku li ber sînorê Îranê ye, û ji wira heta Îranê û bajarên wek Xanê ku Amerîkiyan piştî şerrê cîhanê yê duyem tê de hîmeke leşkerî çêkir, û Mehabadê diçe.
Îroj ev rêya sereke ye, li welatekî ku di tu nexşeyên Rojhilata Navîn de nayê dîtin û ji hêla tu hêzê ve nayê naskirin, lê welatekî ku serokê wî, general Barzanî, “ji gellek serokdewletên ku li Dewletên Yekgirtî cîh digirin, xwediyê desthilatdariyeke mezintir e”, li gorî gotina karbidestekî Kurd: bi rastî jî, Barzanî çend sed kîlometreyên tixûbê li Rojhilata Navîn bi rê ve dibe ku ev jî yek ji herêmên herî girîng û stratejîk ên dunyayê ye: tevahiya sînorê Iraq û Tirkiyê, beşekî ji sînorê Iraq û Sûriyeyê, û nêzîkî nîvê sînorê Iraq û Îranê.
Di vê “Kurdistana azad” de, tiştê herî berbiçav jî sosretiya têkiliyên navbera du cîhanan bû, cîhanên ku dijberî hev in û li ber şerrî ne, lê belê bi awayekî ecêb bi hev re dijîn. Tevî ku artêşa iraqî, ji bo deh salan, bi hêrs û bi xezeb li dijî hêzên Barzanî şerr kir û carinan jî berpirsê pêkutiyên dijmirovahiyê bû, ev ceng tu carî nebû cengeke nijadî: di dema pevçûnên herî dijwar de jî, Kurdên Bexdayê ku ji nîv mîlyonî bêhtir in, tu carî nebûn hedefa tade û bêdadiyan, û digel ku li ser endamên malbata Barzanî fermana kuştinê hatibû dayin, birêveberên Kurd ên din hê jî bi rehetî dikarî ji balafirgeha Bexdayê biçûna Londra an jî Moskovayê! Şerr tu carî ji nav sînorên Kurdistanê derneket û nehat Bexdayê an bajarên mezin ên din ên Iraqê. Nûnêrên sivîl û leşkerî yên hikumeta iraqî nikarin bikevin axa bin destê general Barzanî, lê belê Barzanî, ji bo pêşmergeyên xwe, bi mehê 250.000 dînarî (nêzîkî 750.000 dolarî) ji hikumeta iraqî distîne!
Kurd xwediyên radyo û weşanên bi zimanên biyanî nînin (1), da ku “hikumet aciz nebe”, lê belê rojnamevanekî amerîkî dikare ji sînorê Îran û Iraqê, ya ku di bin çavdêriya Kurdan de ye, bi qaçaxî derbasî Iraqê bibe û bi general Barzanî re hevdîtinan çêbike.
Pênc wezîrên Kurd li hikumeta Iraqê rûdinin û di heman demê de, birêveberên iraqî du lîwayan digel hêzên topavêj ên giran bi ser gundên Kurd de dişînin… Aştî bi dawî bûye, lê hê jî şerr nîne. Li ser pirsa ka di vê rewşê de, civînên desteya wezîran di hewayeke çawa de derbas dibin, birêz Mihemed Mehmûd Evdilrahman, wezîrê Kurd yê karên Bakur, weha dibersivîne: “Hinekî sosret e. Mirov dikare bibêje ku em şiklekî nû didin têkiliyên nav mirovan…” Lê kes bawer nake ku dê weha pirr bidome.
Guherînên watedar ên ku ji heşt mehan ve ye ku li “Kurdistana azad” tên dîtin, baweriyeke weha bi xwe re tînin ku Kurd ji felaketên mezin ditirsin û ji bo hemû îhtimalan amade ne.
Bi pey nîv seeteke rêyê re, di doleke weha de ku dişibe newaleke piçûk a çiyayên Fransayê- di ber heman çemên qeşagirtî, hêşînahiya xwezayê, keriyên bizin û mîhan û garanan re -, em digihîjin Gelaleyê, bajarê mezin yê ku tam di bin kontrola Kurdan de ye ew bi tenê ye, û bi saya qaçaxiyeke bê navber a bi Îranê re, xwediyê maldariyeke nû ye. Êdî me bi rastî Ewropa li dû xwe hiştiye… Xelkê bajêr – şelwer û sako û şaşik li serê wan, keleşnîkov an tifing li milê wan – rastiyê bi bîra mirov dixin.
Çend deqîqe bi şûn de, em li Nawperdanê ne ku bi tenê 30 kîlometre dûrî Rewandizê, bes tam di “welatê Kurd yê azad” de ye: Nawperdan fermangeha hêzên general Barzanî ye û peymana 11’ê adara 1970’ê li wira, di dibistaneke piçûk de hatiye îmzekirin; li wira jî, polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê bi serûberî dicive. Dezgeh ji xwe bê nexş û sade ne: xaniyên piçûk ên ji axê çêkirî, bi baniyên hilû yên darên koknarê re, di bin axê de poşayî, çend kelûpelên malê û hew… Havînan, hîn “siviktir” e: rayedarên Kurd di nav daristana berrûyan de, ya ku çiyayî dinixume, li ber dezgehên ku zû bi zû hatine danîn dixebitin: ev dezgehên madenî û telefonên seyyar, tevahiya binavahiya rêxistinekê ne ku ji bêhtirî deh salan ve ye artêşa iraqî, ya ku li ser eniya Sûriyeyê jêhatibûna xwe ya şerrî nîşanî Îsraîliyan da, têk dibe.
Desthilatdarên berxwedana Kurd, li Nawperdanê û derdora wê tên dîtin: general Barzanî yê 70 salî, lawên wî Îdrîs û Mesûd ên ku ji 30 û 25 salî ciwantir in û her ku diçe roleke girîngtir dileyizin, Hebîb Kerîm, sekreterê giştî yê PDK’ê, Dr. Mehmûd Osman, endamê polîtburoyê, François yê asûrî, “waliyê” Gelaleyê, Şakîb Aqrawî, endamê komîteya navendî û berpirsekî din yê “asayîşa” Kurd…
Li Nawperdanê, polîtburoya partiyê bi serûberî dicive û kesayetiyên cuda yên wek Alî Abdulla, waliyê Silêmaniyê, Dara Tawfiq, serredaktorê rojnameya Kurd el Taaxî a ku bi zimanê erebî li Bexdayê diweşe, Mihemed Mehmûd, wezîrê karên bakûrî, Salih Yûsivî û Nûrî Şiwesy ku wezîrên Kurd ên hikumeta iraqî ne, kom dibin. Ev kes jî mirovên ku heta demeke nêzîk an dirêj tev li general Barzanî bûn, lê belê hemû sexşiyetên berxwedana Kurd a “dîrokî” ne…
Hatina teknîsyen û firaran
Lê belê ji heşt mehan ve ye rûyên nû li Nawperdan û Çomana “bajarên nû” yê Kurdistanê xuya ne: ev vegera xwendekarên Kurd ên iraqî ye, yên ku li Ewropayê, bi taybetî li rojhilatê Ewropayê xwendiye û ji general Barzanî re endamên “teknokrat” tînin, endamên ku heta nuha ji rêxistineke hema bêje tam leşkerî û aşîretî kêm mabû.
Ji nuha ve serşêwirmendekî polîtburoya PDK’ê heye ku ew jî Evdilxaliq e, muhendîsek e ku li zanîngeha Pragê xwendiye. Muhendîsekî din, Şivan Çaxewan ku li Almanyaya Rojhilat û Rojavayê Berlînê xwendiye, çar muhendîsên “dezgeha pêşketina civakî” bi rê ve dibe ku ev dezgeh jî ji hêla berxwedana Kurd ve hatiye avakirin û mîna îdareyeke hevrast dixebite. Dezgeh bi xizmetên plana bajêr û rêyên herêmê, destpêka îdareyeke av û daristanan, komeleyên gundî û îdareya berpirsa dayîna ajonameyê ve mijûl e. Xurşîd Hisên, xaknasekî pisporê neftê ye ku piştî heft salên xwendinê yên li Bukreşê, nû hatiye Kurdistanê, nuha lîsteya pêşîn a daneyên xaknasiyê ya Kurdistanê çêdike.
Muhendîsekî din, Cemîl Şeref ku ji heft salan bêhtir li Pragê maye, dibistana kadroyên siyasî yên partiyê bi rê ve dibe, ya ku bi pey îmzekirina peymana 11’ê adara 1970’ê re bêtal mabû, “ji ber ku baweriya me ew bû ku bi xweseriyê re, dê pêwîst nebûya ku em di bin van sertên nîv vêşartî de xebata xwe bimeşînin…”. Pijîşk jî, û heta kevnekarmendê leşkerî yê balyozxaneya Iraqê ya Beyrûdê jî, tên û tev li refên berxwedana Kurd dibin.
Digel ku hejmara van kadroyan hê jî hindik e – ew nuha nêzîkî duwanzdeh kesan in, – ev diyarde ji bo pêşeroja Kurdistanê pirr girîng e, ji ber ku heta nuha, ji bilî Dr. Mehmûd Osman, hemû kadroyên zanîngehê yên tevgera Kurd çiya li dû xwe dihiştin û wek endamên “Akademiya Kurd”, li Bexdayê bi cîh dibûn ku bi vî awayî paytexta Iraqê jî di rastiyê de dibû paytexta Kurdistanê û vê paradoksê hebûna herêma Kurdistanê dixist nava xetereyeke mezin.
Li aliyê leşkerî, bi tenê çend kesayetî nînin, lê ji hezar Kurdan bêhtir, yên ku êdî tehemulî rewşa xwe ya di artêşa iraqî de nedikir, ji artêşa iraqî digel çekên xwe firar kiriye û xwe gihandiye çiyayên “Kurdistana azad” ku ew li wir jî di nav du firqeyan de ku di bin serokatiya kevnezabitên Kurd ên firarên artêşa iraqî de ne, hatine dabeşkirin.
Vegera wan digel bicîhkirina pergaleke parastina dij-balafirên şerrî – li dora fermangeha giştî ya havînê ya Barzanî, nêzîkî Nawperdanê, li dora kampa firqeyên firaran û li dora Hecî Umranê – hevdem e, lê dibe ku alavên vê parastinê, topavêjên “Parastina Dij-Balafiran” yên 20 mm’î yên çekî an rûsî, bêhtir di warê çavtirsandinê de bi bandor bin.
Ev hemû nîşan û yên din ên jîrtir jî, fikireke weha dixin bîra mirov ku amadekariyên şerrî yên ku li Kurdistana azad tên kirin, bi tenê bi armanca xweseriyê nînin.
Bandora şerrê Îsraîl û Ereban
Di roja 6’ê çiriya pêşîna 1973’ê de, dema ku generalên misirî û sûriyeyî hêzên xwe li dijî bunkerên îsraîlî yên xeta Bar Lev û Golanê avêtin, bêyî ku haya wan jê çêbibe, wan rê li ber qewimîna şerrekî din ê li Rojhilata Navîn girt. Bi rastî jî, heger ev şerr tunebûya, rayedarên baasî yên Bexdayê dê sisê ji lîwayên xwe yên herî jêhatî ne bi ser rêya Sûriyeyê de, lê belê ber bi çiyayên Kurdistanê ve şandibûna. Qet nebe, ev baweriya desthilatdarên Kurd e, û tahlûkeya rewşa leşkerî ya 6’ê çiriya pêşîn ji xwe nayê înkarkirin:
● Di herêma Şiwanê de, li bakurê Kerkukê, niştecîhên duwanzdeh gundên Kurd fermana valakirina gundên xwe wergirtibû, da ku “bihêlin ku artêşa iraqî operasyonan li dar bixe”. Bi dû telgrafeke xurt re ku ji polîtburoya PDK’ê ji serokkomarê Iraqê Bakr re hate şandin, ferman taloq bû lê tansiyon zindî ma;
● Roja 3’ê çiriya pêşîn, li Derben-dîxanê li rojhilatê Kurdistanê, artêşê bi şevê şûnên hêzên Kurd dagirtin : Kurdan jî dij-êrîş kir û şûnên xwe dîsa bi dest xistin, bes ji hêla topavêjên iraqî ve li wan hat xistin.
● Di dawiyê de, roja 28’ê îlonê, piştî pevçûnên di navbera pêşmergeyên general Barzanî û têkoşêrên komunîst de, artêşa iraqî du lîwa şandine herêmên El Koş û Şêxanê û deh rojan bê navber êrîş bir ser hêzên Kurd; li gorî çavkaniyên Kurd jî, bîlançoya van pevçûnan ev bû: deh gundên xirabkirî, şeş sed malbatên koçkirî û hijdeh Kurdên kuştî.
Di dema rûdana şerrê çiriya pêşîn de, polîtburoya PDK’ê li Nawperdanê di nav civîneke nirxandina rewşê de bû; yekser general Barzanî tercîha desbirakiya welatên ereb li dijî Îsraîlê dike û ji hemû yekîneyên pêşmergeyên xwe re emir dike ku operasyonên xwe rawestînin û ji rêya yekîneyên artêşa iraqî dûr bimînin. Ji bo şaxên PDK’ê yên bajaran talîmat tê dayîn ku di her warî de hevkariya hikumetê bikin. Axir, general Barzanî ji serokê Bakr re nameyekê dişîne ku 8’ê çiriya pêşîn bi destê Ezîz Şerîfê wezîrê dewletê û xelatgirê xelata Lenîn a aştiyê ve tê gihandin. Barzanî di naveroka nameyê de aciliya vekirina muzakereyan bi bîr dixe û dibêje ku ji bo pêşwazîkirina heyetekê an jî şandina heyeteke ya ji bo Bexdayê hazir e. Ev name dê bê bersiv bimîne.
Di heman demê de, peywirdarên taybet ên general Barzanî bi balyozxaneyên Misir, Suriye û Yekîtiya Sovyet re têkiliyan deynin. Lê belê, digel vê helwesta aştiyane, artêşa iraqî ji bo du rojên din êrîşên bê navber tîne ser Kurdan. Bi tenê bi biryara hikumeta Bexdayê re ya ku hêzên xwe dişîne cenga li dijî Îsraîlê, û bi vî rengî % 80 hêzên xwe yên mijûlên şerrê li dijî Kurdan ji herêmê vedikişîne, aramî vedigerre Kurdistanê. Bi hatina zivistanê re, Kurdan bi ihtimaleke mezin di warê leşkerî de çar mehên navbirê qezenc kirin…
Lê belê, di warê siyasî de, tansiyon nizm nabe, berevajî vê ye jî: 12’ê çiriya pêşîn, rojnameya rojane ya Baasa iraqî el Thawra (Şoreş) gotareke weha diweşîne ku biryara hikumetê ya şandina hêzên xwe ji bo Suriyeyê û şertên vê biryarê şîrove dike: nivîskarê vê analîzê, Tariq Ezîzê serredaktorê al Thawra û alîgirê Saddam Hisên, di destpêka nivîsarê de dîsa daynina têkiliyên dîplomasiyê yên bi Îranê re, di roja 7’ê çiriya pêşîn de, bi bîr dixe û vê yekê weke rakirina xetereya li ser eniya rojhilata Iraqê şîrove dike, paşê jî, li ser “pirsgirêka din a Iraqê (…), kêşeya asayîşê ya pirr ciddî ku ji rewşa bakurî tê (…) û xetereyên wê yên ji bo yekîtiya Iraqê” radiweste. Li gorî Dr. Mehmûd Osman, “wateya wê jî ev e ku rayedarên Bexdayê me ji Îraniyan xeternaktir dinirxînin. Piştî fermanên ku me ji pêşmergeyên xwe re şandin, ev bi rastî tahrîk e!”
Roja 17’ê çiriya pêşîn, digel hişyariyên dubare yên rayedarên Kurd, Saddam Huseyn di kevneparlamentoya Bexdayê de sê sed “kesayetiyên Kurd ên serbixwe” – li gorî Barzaniyan memûrên hikumetê bûn, – anîn cem hev da ku bi wan re li ser xweseriya Kurdistanê bipeyive. Saddam Huseyn ji Kurdên amade re got ku projeya xweseriyê ya PDK’ê “cudaxwaz e û ji bo yekîtiya Iraqê metirsiyek e.” Ji bo birêveberên Kurd, ev “tahrîkeke nû ye û ji yên berê ciddîtir e”. Dr. Mahmûd Osman dibêje ku “ya rast, Baasiyan peymana 11’ê adara 1970’ê bi me re îmze kir û divê ew vê peymanê bi me re bi cîh bikin…”
Dr. Mehmûd Osman weha dewam dike: “Di hikumetê de, hin kes hene ku dixwazin “hevkariya” me ya bi Îsraîlê re îspat bikin û ji bo vê me bê navber tahrîk dikin: heger nuha pevçûnên ciddî biqewimin, ew ê bi lez û bez bibêjin ku va ye îspat dibe, lewre em ê ji paş ve li neteweya ereb bixin. Bes ev feq pirr aşkere ne…”
Xirabbûna têkiliyên navbera Kurd û hikumeta Bexdayê bi dawî nabe: di bihara 1971’ê de, general Barzanî qala “qeyrana pêbaweriyê” û “viyana baş” dikir. Di bihara 1973’ê de, piştî du hewldanên kuştina general Barzanî, rayedarên Kurd ketin nava mitalan, lê belê ew hê jî dibêjin ku gengaz e ku peymana 11’ê adara 1970’ê bi rêya “hevdîtineke payebilind” a di navbera Barzanî û Saddam Huseyn de were parastin, û ji bo amadekariya wê, diviya Mesûd Barzanî biçûya Bexdayê. Di payîza 1973’ê de, êdî dem ne dema îfadeyên vala ye û qayilkirina her du aliyan a tunebûna muzakereyê weke tiştekî heyî, rewşê hîn ciddîtir dike. Rayedarên baasî nuha bi awayekî vekirî general Barzanî bi armancên cudaxwaz tawanbar dikin, û gazinda rayedarên Kurd a ji Baasîstan jî ew e ku Baasîst dixwazin kêşeya xweseriya Kurd bêyî Kurdan çareser bikin.
Gava bê veger di tîrmeha bihurî de hat avêtin, dema ku partiya komunist a Iraqê biryar da ku “Eniyeke neteweyî” bi partiya Baasê re çêbike û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê têketina eniyê red kir, bersiveke neyînî ku Dr. Mehmûd Osman bi awayekî tund rave dike: “Ji sê sal û nîvan bi vir ve ye ku em di hikumetê de ne, û tiştek jî nehatiye çareserkirin… Lewre jî em naxwazin têkevin saziyeke nû. Ma tu desthilatdariya komunîstan heye?…”
Di kurtepeyamekê de, Kurdan mercên tevlêbûna xwe a Eniya neteweyî diyar kirin. Bêyî ku peyva “şert” bi kar bînin, ew çend “xalên nîqaşê” weha rêz dikin:
● Peymaneke li ser xweseriyê;
● Peymaneke li ser rêbazên sînorkiri-na herêma xweser;
● Veqetandina şûneke rast a di birê-vebiriya welatî de ji bo partiyên din (Partiya Komunîst û PDK), da ku sîstema dewletê bi tenê di destên Baasê de nebe;
● Dawiyê, bicîhkirina demokrasiya resen a li Iraqê, bi rêya lidarxistina hilbijartinên giştî û azad, herî dereng saleke paşê tevlêbûna PDK’ê ya Eniyê.
Lê belê ji tîrmeha 1973’ê ve, Kurdan tu agahî ji desteya taybet a Baasiyan, ya ku ji bo muzakereyan hat avakirin, nestandin ku serokê vê desteyê jî Saddam Huseyn e û endamên wê yên din jî ev kes in: Murtada Abdulbakî, wezîrê karên derve, Tariq Ezîz, serredaktorê el Thawra, û Izzet el Durî, wezîrê cotyariyê (kevneserokê mahkemeya Nazîm Kazar (2).
Lê belê, ji wê demê û bi vir ve, Baasê “projeyeke statuya herêma xweser a Kurdistanê” derxist ku hema veqetîna bi general Barzanî re îlan dike. Tevî ku xweseriya Kurdistanê nuha bi tenê di kaxizan de ye, kaxiz pirr in: heta nuha sê projeyên statuya herêma xweser a Kurdistanê derketine ku yek ji hêla Baasiyan ve, yeka din ji hêla Kurdan ve û yeka din jî ji hêla Partiya Komunîst a Iraqê ve hatiye amadekirin.
Projeya komunîstan têkiliyên navbera desthilata navendî û desthilata herêmî bi awayekî zelal tarîf nake û bi tenê diyar dike ka karê desthilata navendî çi ye (parastin, karên derve, hwd.). Lê belê, tiştên ku li derveyî projeyê hatin hiştin jê balkêştir in: ji her sê projeyan, bi tenê ev proje heye ku behsa “yekîtî û dabeşnekirina” komara Iraqê (di projeya Kurdan de) neaxive, an jî nabêje ku “gelê Kurd parçeyekî gelê iraqî ye û jê nayê veqetandin” (di projeya baasiyan de); qenciya esas a vê niherînê jî ew e ku îhtimala serxwebûna Kurdistanê red nake.
Cudabendiyên li ser destûra bingehîn
Berevajî vê yekê, projeya statuya herêma xweser a ku ji hêla Kurdan ve hatiye sazkirin belgeyeke pirr dirêj e û weke reşnivîseke destûreke bingehîn e: bi derxistina şertên weke “para herêma xweser di hatin û butçeya giştî ya dewletê de dê li gorî hejmara niştecîhên vê herêmê rêjedar bibe”. Ev proje sîstema zagonî û hikumetî ya rasteqîn ji bo Kurdistanê destnîşan û ev xal tê de ne:
● Meclîseke zagonî û herêmî ya xwediyê desthilatdariyên berfireh: ew ê butçe, plan û zagonên herêmê nîqaş û qayil bike, û ew ê baweriya xwe bide desteya birêveber an jî jê vekişîne;
● Desteya birêveber, ji çardeh wezî-ran çêkirî ye û endamên wê dê ji hêla serokê desteya birêveber ve werin hilbijartin ku serokê desteya birêveber jî dê ji hêla Meclîsa zagonî ve were hilbijartin û dê ji hêla biryarnameyeke serokkomarê Iraqê ve di vê peywirê de were piştrastkirin. Serokê desteya birêveber bi zagonî cîgirê serokwezîrê hikumeta Iraqê ye;
● Dadgeheke destûrî ya bilind ku dê çavdêriya destûriya zagonan bike, ji bo zagonên ku ji hêla saziyên navendî û herêmî ve hatin amadekirin.
Tevî ku ev proje bi dirêjî li ser têkiliyên navbera desthilata navendî û desthilata herêmî ya Kurd radiweste, kêmaniya wê ya bingehîn jî ew e ku pirsa têkiliyên navbera desthilata navendî û herêma ereb nake, an jî ku jihevdernexistina desthilata navendî û desthilata heremî ya ereb weke rewşeke heyî qebûl bike. Projeya Kurd birêkxistineke zagonî û hikumetî ji bo herêma Kurd destnîşan dike ku ew bi tenê di çarçoveya dewleteke federal de dikare pêk were.
Projeya Baasê bi qasî projeya Kurd bi hûrgilî ye, lê belê pirr bi paş de dimîne. Bêyî ku em li ser xalên teknîkî rawestin, em dikarin bale bikişînin ser van mijaran:
● Ji bo Baasiyan, serokkomarê Iraqê serokê desteya birêveber a Kurd ji nav endamên vê desteyê hildibijêre ku ev jî nûnêriya wî bi giranî kêm dike;
● Bi tenê deh heb birêveberiyên hê-rêmî hene, û peyva “wezîr” nayê bikaranîn: nivîsînerên metna baasî peyva erebî “amîn” bi kar tînin ku ev jî tê wateya “sekreter”, û di têbiniyekê de diyar dikin ku “navê Amin el Am jî dê bikare ji bo wî were gotin” ku wateya wê sekreterê giştî ye; bi vî awayî, xweseriya herêmê li hemberî desthilata navendî tê bisînorkirin û weke din, “desthilata navendî berpirsê tenê yê tedbîrkirinê ye”;
● Lê belê, berî her tiştî, projeya Baasê di pêşgotina xwe de aşkere dike ku paytexta herêma xweser dê Silêmanî (an, li gorî têbiniyekê, Hewlêr an Dihok) be ku ev jî Kerkukê red dike û ji bo Kurdan weke îlana şerrî tê hesibandin.
“Dê paytexta me dewlemend be…”
General Barzanî heftê salî ye lê belê nîşanên umrê mezin li cem wî tune ne, belkî ji bilî qelewiyeke sivik û nebûna çalakiya efsanewî ya Kurdan; lê belê awirên wî xurt, jîr û jêhatî maye. Di hevdîtineke ji sê seet û nîvan dirêjtir de, ew ê nîşan bide ku wî dersa têkçûna komara Mehabadê ya bîst û pênc sal berê ji bîr nekiriye: wî di çileya pêşîna 1946’ê de gotibû “Artêşa îranî zora Kurdan nebir, lê belê DYA û Brîtanyaya Mezin zora Yekîtiya Sovyetan biriye”.
Îroj, di demeke girîng de ji bo Kurdan, general Barzanî yê ku duwanzdeh salan li Yekîtiya Sowyetan maye baş dizane ka qedera Kurdistanê çiqas bi hêzên mezin ve girêdayî ye – û çiqas ev hêzên mezin bala xwe nadinê. Qehra wî pirr e. Hevdîtinê ji xwe pirr baş dest pê nekiribû: “Dê paytexta Kurdistana xweser li ku derê be?” General Barzanî di destpêkê de naxwaze bibersivîne: Dibêje” Dê gelê Kurd biryar bide”.
● Weke din?
Barzanî bi bîr dixe:
● Bajarên Kurd di destên me de nînin, ji ber wê ye ku em ji bo paytextê li ser filan û bêvan bajarî biryar didin, ev tê vê wateyê ku em piştgiriya têkoşîna çekdarî dikin. Ji bo nuha, em piştgiriya vê nakin, ji ber vê yekê ez nikarim tiştekî ji we re bibêjim!”
Seetek bi şûn de, me li ser mijareke din guftûgo dikir û general Barzanî ji nişka ve ji me re got:
“Guh bidine min, we ji min pirsî ka dê paytexta Kurdistana xweser li ku be? Ez ê sala bê, dema ku hûn vegeriyan, ji we re bibêjim… Lê belê nuha ez dikarim ji we re bibêjim ku ew ê pirr, pirr dewlemend be…”
Ew ji xwe qala Kerkukê dike, Kerkuka ku Baasî naxwazin bidin Kurdan. Bertekeke weha ku şexsiyeta Barzanî baş zelal dike, pirsa Kurdistanê puxte dike : di dirêjiya vê hevdîtinê de, dê mijara rastî ne xweserî, lê serxwebûna Kurdistanê be, lê belê general Barzanî dê înkar bike ku wî qala serxwebûna Kurdistanê kiriye. Ew ê çawa înkar neke, ji ber ku bilêvkirina paytexta wî welatî dikare bibe sedema şerrekî mezin.
Ji çend mehan ve ye ku serxwebûna Kurdistanê li holê ye. Iraqiyan pêşî bi awayekî resmî behsa wê kir, dema ku wan general Barzanî bi armanca cudaxwaziyê mehkûm kir. Ji bihara 1973’ê ve, dîplomatên Bexdayê miraq dikin ka gelo Kurd boçûnên xwe dijwartir nakin û bi alîkariya neçalak a Îranê û bi mebesta serxwebûnê, biryara ji nû ve destpêkirina têkoşînê nadin. Ji xwe peyveke nîşanî ji bo navlêkirina vê dewleta nû hat çêkirin: Kurdadeş.
Lê belê, berî nuha, Kurdan tu carî li cem biyaniyan qala serxwebûnê nedikir. Ev serdem nuha xilas bûye. Gotara Kurdî jîr e: di hevdîtineke dirêj de, Hebîb Kerîm, sekretêrê giştî yê PDKI’yê (Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê) ku yek ji hevkarên herî nêzîk ên general Barzanî ye, bal kişand ser ku “serxwebûn encama asa ya dîroka hemû gelan e.”
Hebîb Kerîm bi dirêjî li ser mesela FLN’a Cezaîrê rawestiya (3): “Tevgerên welatparêz bi pêş ve dikevin. Binihêrin: di destpêkê de, Cezaîriyan serxwebûn nedixwest, lê bi tenê wekhevî û mafên siyasî yên rasteqîn dixwastin. Di dema têkoşînê de, FLN’ê li daxwazên xwe zêde kir û di dawiyê de serxwebûn xwast.
Em Kurd, me di destpêkê de çi dixwast? Mafê axavtin û perwerdeya bi zimanê xwe û rêzgirtina ji kesayetiya me re. Ev daxwazên me red kirin, lewre me xweserî xwast û me ji bo wê şerr jî kir. Nuha, li hemberî bêhedaniya Baasê, li hemberî bûyerên weke komploya Nazîm Kazzar, em mecbûr in ku pêkaniyên parastina mafên xwe di çarçoveya vê xweseriyê de misoger bikin, û xwastekên me jî ji ber vê yekê ne. Heger vê daxwazê jî red bikin û şerrekî nû çêbibe, dibe ku em serxwebûnê jî bikin armanca xwe.”
Sekretêrê giştî yê PDKI dibêje ku “ev jî rêya asa ye, ne weha, ji bo hemû gelan, beriya ku bi zûka bidome, divê haya me jê hebe ku redkirinên dubare yên rejîmên ereb, yên ku bi dorê li Bexdayê hatin desthilatdariyê, em birine noqteya xurtkirina daxwazên xwe.”
Weha xuya ye ku Hebîb Kerîm û rayedarên Kurd ên din vê îddiyayê bi dilpakî diparêzin: heger wî xwestibûya, general Barzanî dê karîbûya serxwebûna Kurdistanê di sala 1963’ê de îlan bikiraya, yanî di demeke weha de ku Sovyet û Rojavayî jî li dijî hikumeta Bexdayê bûn.
Meseleya serxwebûna Kurdistanê – Kurdistaneke mezin ku dê parçeyên Îran, Iraq, Tirkiye û Suriyeyê di xwe de vehewîne – bê guman ji bo Kurdan jî zehmet e. Ev noqte jî bi rehetî destûrê dide mirov ku şikê bixe ser pêbaweriya Kurdan: gelo xweseriya Kurdistana Iraqê bi xwe armanc e, weke ji hêla rayedarên Kurd ên Iraqê ve tê gotin, an jî bi tenê hedefeke taktîkî ye, trampleneke ji bo ji nû ve destpêkirina tevahiya meseleya Kurd?
Îbrahîm Ehmed ku êdî xwediyê tu şûna rasterast a di karên Kurd de nîne, lê belê wan baş nas dike, ji ber ku sekreterê giştî yê partiyê bû, berî ku bireve Îranê û bi Baasê re li dijî Barzanî têbikoşe, weha diaxive: “Em û cudaxwaz? Şaş e. Divê mirov rastbîn be. Ka bifikirin, heger Kurdistana Iraqê bibe heyîniyeke serbixwe û heger me nefta Kerkukê jî hebe, em ê çi bikin? Hûn ji xwe pirsgirêkên Iraqiyan a digel Sûriyeyê ya ji bo rêya boriyê dibînin! Îcar bifikirin, dê rewşa Kurdistaneke iraqî ya serbixwe, dorpêçî welatên ereb ên dijber, çawa be? Dilopeke nefta Kerkukê jî dê ber bi bakûr an başûrî ve neherike.”
Îbrahîm Ehmed weha didome: “Lê belê, me her demî got ku xweserî gavek e. Kî dizane ka dê pisgirêka Kurd li Kurdistana Îranê û Kurdistana Tirkiyê, deh an bîst sal bi şûn de çawa pêş bikeve? Wê çaxê, em dikarin pêkanîna Kurdistaneke mezin û serbixwe ku dê bi cîranên xwe re xwediyê têkiliyên baş bibe, bihesibînin.”
Ev nihêrînên rewşenbîrekî ne ku êdî nikare li ser bûyeran bi bandor bibe, lê belê meseleya general Barzanî ne weha ye. Ev çil salî ye ku ew ji bo mafên gelê Kurd şerr dike, û ew dixwaze di demeke nêzîk de tiştekî berbiçav bi dest bixe. Ji bo wî, gihandina nefta Kurdistaneke iraqî ya serbixwe kêşe nîne: mirov dikare bi rehetî xwe ji “dubendiya sexte ya dorpêçî” xilas bike, bi çêkirina rêyeke boriyê ya ku dê ji Kerkuk heta Kendavê bi rêya Îranê ve biçûya.
Îran ji xwe navenda pirsgirêka Kurd e. Ev jî meseleyeke weha ye ku li cem Kurdan pirr nayê nîqaşkirin: general Barzanî li ser têkiliyên xwe yên digel Îranê tiştekî nabêje. Em berteka wî baş fahm dikin: Îran nuha pencereya tenê ya Kurdistana Iraqê ji bo dunyaya derve ye, bi tenê ev welat heye ku alîkariyeke rasteqîn bidiyê. Yek ji Kurdên ku herî baş general Barzanî nas dikin, têkiliyên şahê Îranê û Barzanî weha şayes dike: “Tu kes nikare ji Barzanî re bibêje: ‘weha bikin, wisa bikin’. Lê belê, gava ku general Barzanî dibîne ku ew dikare ji bo berjewendiyên gelê Kurd rewşeke heyî bi kar bîne, ew ê bi Şeytên re jî hevkariyê bike!”
Lîstika ku di navbera şahê Îranê, Iraq û Barzanî de tê leyistin pirr nepak û aloz e, ji ber ku lîstikvanên wê bi tenê Îran û Iraq nînin lê belê, bi rêya Kurdan, ew Tirkiye, Suriye, Yekîtiya Sovyetan… û hêzên mezin ên dîtir in.
Barzanî û şah ji zû de ye hevdu dinasin, ji zivistana 1946-1947’ê de, dema ku, piştî têkçûyina Komara Mehabadê, general Barzanî ji bo mehekê li “koma efserên artêşa îranî” ya Tehranê ma, da ku bi Brîtanî û Îraniyan re qedera aşîreta xwe muzakere bike, aşîreta ku Îraniyan xwast, ji bo ku xwe heta û hetayê jê xilas bikin, bişînin çiyayên Alwandê, herêmeke ku dûrî her tiştî û bi taybetî jî dûrî Iraqê ye.
Tê gotin ku ji wê demê ve, Barzanî li ser baweriyên şahî xwediyê tu xeyalan nîne, çi li ser mafên kêmneteweyan, çi li ser mafên neteweyan, lê belê înkar nabe ku di şerrê sar de yê ku Îran û Iraqê dijberî hev dike, Barzanî ji bo Îranê alaveke pirr hêja bû: topavêjên artêşa iraqî ji bo Abadanê, mezintirîn sefîngeha Iraqê, metirsiyeke rasterast in, lê belê Kurd di her kêlîkê de dikarin Kerkukê bixin xetereyê, û destpêkirina pevçûnan ya li bakur dê, careke din, hikumeta Bexdayê bixe nav zehmetiyan.
Ji ber vê yekê, ji salên 1966-1967’ê û bi vir ve, Îranê bê navber li alîkariya xwe ya ji bo general Barzanî zêde kiriye. Tê gotin ku paşê dijbertiya xwe ya li hemberî îmzekirina peymana 11’ê adara 1970’ê, Îranê, bi pey dawîbûna şadiya pişt peymanê re, ev alîkarî bi giştî mezin kir. Îranê jî qebûl kir ku di dibistanên xwe yên leşkerî de hejmareke mezin a pêşmergeyan ji bo stajên du salî vehewîne ku pêşmerge jî li wira fêrî bikaranîna çekên ji yên têkoşêran girantir bûne.
Pirsa ku her dihat pirsîn, û nuha hê jî tê pirsîn bi girîngiyeke nedîtî, ev e: şah dê heta çi astê alîkariya general Barzanî bike? Ji bo pirraniya kesan, heta nuha diyar bûye ku qedera Kurdan bala şahî nedikişand, wî bi tenê dixwast ku navendeke bêaramiyê li Iraqê çêbike û bi vî rengî Bexdayê lawaz bike, da ku siyaseta xwe ya berfirehkirinê di Kendavê de bidomîne. Bi kurtasî, şahî nedixwast ku derbasî noqteyeke aşkere bibe, û sedema wê jî ew e ku li aliyê din yê sînor, li Îranê, pênc mîlyon Kurd hene ku dê helbet di îlankirina xweseriyeke rasteqîn a li Kurdistana Iraqê de, îşareta serhildaneke giştî bibînin.
Pênc mîlyon Kurdên Îranê ku hikumeta Bexdayê ji wan re bi awayekî dibe alîkar, bi rêya gihandina çek û pereyan, ji bo derxistina pevçûnan a li Îranê û lawazkirina rejîmeke ku Bexda dixwaze têk bibe. Lê belê hikumeta Bexdayê jî ku ji xwe bi tenê kêşeyên wê bi Kurdên “xwe” re hene, bi tenê heta noqteyekê diyar e ku alîkariya Kurdên Îranê dike: ew bi taybetî naxwaze ku ew xweseriya Kurdistana Îranê îlan bikin, ji ber ku ew dê yekser îlana serxwebûna Kurdistana Îran û Iraqê bi xwe re bîne.
Mijareke din tê vê tevliheviya ku qet nebe sîmetrîk bû, hîn dijwartir dike: ev jî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye. Mîrasgirê partiya ku Komara Mehabadê damezrandibû û, ji destpêka salên 60’î ve, di bin tesîra Barzanî de mayî, wê van salên dawî çalakiyên xwe ji ber sedemeke berbiçav bi sînor kiribû : şahî bi şertê aramiya li Kurdistana Îranê alîkariya Barzanî dikir. Lê belê rayedarên nû ku di sala 1971’ê de hatin hilbijartin, serxwebûna xwe ya ji Barzanî da zanîn û nuha, di kongreyekê de ku ji 22’ê heta 26’a îlona bihurî civiya, biryara têkoşîna çekdarî ya li Kurdistana Îranê da. Ew nayê vê wateyê ku dê têkoşîna çekdarî tavilê dest pê bike, lê belê îhtimal e ku rewş zû bi zû ji destê Barzanî, Iraqî û Îraniyan derkeve!
Belki ji lewre jî, dema ku ji wan tê pirsîn ka şah dikare çiqas alîkariya Barzanî bike, hin kes, van demên dawî, dibêjin “pirr”. Ew ji xwe difikirin ku belkî şah dixwaze alîkariya avabûna Kurdistaneke mezin bike, ya ku dê, qet nebe di destpêkê de, Kurdistana Îran û Iraqê di nava xwe de vehewîne û ku ew ê patron û parêzvanê wê be. Haydarê herifîna rewşa li Kurdistana Îranê û helwesta Barzanî ya li hemberî Bexdayê, ew ê baştir bibîne ku alîkarê avabûna “Kurdadeşekê” be ku ew hêvî dike ew ê digel wê heman têkiliyên weke navbera Hindustan û Bangladeşê deyne.
Barzanî işaretan dişîne ji Ewropayê re
Gelo ev bi tenê texmîn in? Diyar nîne: belkî siyaseta nû ya şahî sedema “serhişkî” û “xwastekên” Barzanî yên demên dawî ye jî. Ji ber ku em dikarin jê bawer bin ku ew ê nehêle ku şah bi ser wî bikeve û pêşengiya tevgera ku wî bi salan bi rê ve biriye jê bistîne.
Bes ji bo vê yekê, Barzanî li piştgirên din digere. Piştgiriya Yekîtiya Sovyet nuha jê re nayê. Piştî ku wê ji 1962’ê heta 1967’ê alîkariya maddî bi Barzanî kir – çek bi rêya Suriyeyê dihatin – Yekîtiya Sovyetê, bi pey şerrê şeş rojan a 1967’ê re, li Rojhilata Navîn tercîha aliyê ereb kir. Kurd mirûzê xwe dikin, lê rastbîn dimînin: sînorên Yekîtiya Sovyet ewqasî nêzîk in ku ew nikarin dijsovyetiyê bikin, weke din ew di wê baweriyê de ne ku têkiliyên di navbera Moskowa û Bexdayê de bi tenê hevpariyeke demkî ya berjewendiyan didin xuyanî, girêdaneke bêyî bingehên îdeolojik ku pêşketinên li Rojhilata Navîn dikarin bixe nav xetereyê û dîsa nêzîkbûneke Rûsî û Kurdan bi xwe re pêk bînin.
Heta wê demê, pevçûnên di navbera Kurd û komunîstan de zêde dibin. Barzanî jî bi tundî diaxive: “Her kes berjewendiyên xwe diparêze. Aşkere ye ku berjewendiyên Rûsan di herêmê de hene: anuha, ew hema Iraqê bi rê ve dibin. Dema ku tên vir (du dîplomatên rûsî di nîvê meha çiriya pêşîn de ji bo dîtina general Barzanî çûne Hecî Umranê), weha ji min re dibêjin: divê hûn alîkariya Baasî û komunîstan bikin. Wê çaxê, heger komunîst û Rûs li dijî me bin, em ê jî li cîhekî din, ji xwe re li hevalên nû bigerrin.”
Di vî warî de, general Barzanî rêbazên îdeolojîk naşopîne: Hejar, yek ji du helbestvanên Kurd ên hemdem ên mezin, helwesta Barzanî weha şîrove dike: “Gelê Kurd weke derwêşan e. Dizîvire, li dora xwe dizîvire, û li yekî digere ku dê wî bibe bihuştê.”
Bi zimanekî din, nayê înkarkirin ku general Barzanî anuha siyaseteke vekirina “li her aliyê” li ser welatên rojavayî dimeşîne. Hevdîtina wî ya digel nûçegihanê rojnameya amerîkî Washington Post ya bihara 1973’ê pirr deng veda û ev siyaseta nû da destpêkirin. Dema ku general Barzanî li rastî pirsên li ser vê hevdîtinê tê, ew bêhntengiya xwe venaşêre: “Gotinên min, an jî xwedêgiravî gotinên min, gellekî hatin nîqaşkirin. Bûye sedema bablîsokekê, lê belê êrîşên ku Iraqî bi ser me de tînin ewqasî deng venadin.”
General Barzanî işaretê dide Ewropayê. Peyama wî kifş e: “Em reben in, pirr reben in, rast e… anuha! Bes axa Kurdan dewlemend e, bi neftê dewlemend e. Ev axa me ye, û em ê êrîşî kesî nekin dema ku em milkê xwe bi dest bixin, ji ber ku milkê me ye!” Ew weha dewam dike: “Nefta me dê biçe ji alîkarên me yên nuha re.”
Çavkanî:
Chris Kutschera:
Rojnamevan, pisporê pirsgirêka Kurdî.
Bnr. Jean-Pierre Viennot: “Le Kurdistan, nation déchirée” (“Kurdistan, milletekî parçekirî”), di Le Monde diplomatique’ê de, tebaxa 1973’ê û herweha di Le Monde diplomatique Kurdî de, çiriya pêşîna 2010’an
Têbiniya wergêr: Nazîm Kazar, kevneserokê şîî yê Dezgeha Asayîşa Hindûrîn ya Iraqê bû, û di sala 1973’ê de bi biryara dadgehê bi mirinê hat mehkûmkirin
Têbiniya wergêr: F.L.N. tê wateya Front de Libération Nationale (Eniya Rizgariya Neteweyî) û di şerrê Cezaîrê de (1954-1962) li dijî artêşa fransî şerr kir
Wergera ji fransî: Simko Destan
(Lemondekurdi)