Cîhan

Nalbendiyan: Baweriya me li Tirkiye nayê


Edward Nalbendiyan rexneyên dijwar li Tirkiye girt û got, ku Tirkiye xwe dixapîne.

Edward Nalbendiyan got, ku Turkiye hem xwe dixapîne û hem jî nikare ti kes û alîyekî din jî bixapîne û got, ku ew mercên Tirkiye qebûl nakin.
Di daxuyaniya xwe de Edward Nalbendiyan da nîşandan, ku Tirkiye ji bo xweşbûna rewşa navbera Tirkiye û Ermenîstanê, mercan datîne û ew vê yekê qebûl nakin.

Di vê derbarê de Nalbendiyan got: Hemû cîhan qirkirin û vebirîna (jenosîda) Ermeniya nas dike û Tirkiye dibêje, ku eger ev jenosîd bê naskirin dê navbera Tuikiye û Ermenîstan xerab bibe.

Edward êNalbendiyan dibje, ku eger Tirkiye dixwaze navbera wê û Ermenîstan xweş bibe, gerek ew li hevhatinên di navbera herdu welatan de, bê merc muhr bike.

Tirkiye dibêje, ku herêma Nagorno Qerabax ji alîyê Ermenistanê  ve hatiye dagîrkirin û ji bo ku navbera wan û Ermenîstanê xweş bibe, divê ev pirsa han bê çareserkirin.

Back to top button