Polîtîk

Ocalan ji Îmralî PKK îdare kiriye

 

Denîz Guçer pirsî Firat bersiv da.

– Dikarin telefonekî bidin Ocalan?

– Belê dikarin bidinê.Ez dizanim ku berê hevdîtin bi rêya telefonê kirine.Ji berî desthilatdariya Ak Partiyê Ocalan li gel yên Qendîlê hemiyan bi rêya telefonê diaxavta.

– Hun naveroka wan axavtina dizanin?

– Ez nizanim çi axavtin kirine. Eger hinek mereq bikin di arşîva dewletê de hene.

 

Firat di derbarê hevdîtinên MITê û Îmralî dibêje:

“Partiyek îro li ser hukum be û di pêvajoyek gelek zîz de dema ku hilbijartin di rojevê de prosesek wek ya Oslo destpê bike ev gavek gelek bi cesarete.“

“ Li gora min gerek ne MIT ê, lê îradeya siyasîli gel Ocalan hevdîtin bikira baştir bû. Ji ber ku xwediyê biryarê îrada siyasiye. Lê Tirkiye şuna îrada siyasî hinek dezgehên dewletê vê yekê dikin. Mesele carê leşker hevdîtinê dikin em aloziya disipêrên leşkeran. Dihat gotin bila leşker pirsa Kibrisê çareser bike.Ev ne karê wane.Karê leşkera parastina welat e.. “

“ Yê hevdîtîna li gel Ocalan bike dikare wezîrek be,dikare navek siyasî be, kesek din be. Lê divê îrada siyasî derkeve pêş.Nabe MITê derêxin pêş. Ev pêwistek ya siyasetê ye. Tu dema dewletê  rêvebibî, tu dikarî hinek karan bidî dezgehên dewletê. Lê nabê biryara siyasî di destê wan de be.“

 

– Başe serokwezîr got em Ocalan naxin hepsa malê de(Di bin îkama icbarî) Lê Qendîl dibêje divê mercên Ocalan bêne başkirin?

– Siyasetê de gotina ku qet nabê, tê wateya ku dikare bibe. Raste belkî îro ev yek ne mimkin be.Lê mirov nizanê 5 sal din 10 sal din çi dibe. Hepsa mal dibe, dê bikeve nav siyasetê de yan jî di parlementoyê de rûdine …mirov nizane..

 

Back to top button