DosyaRojev

Ocalan – Demirtaş ?

Gelek cara aliyên Kurd behsa nakokiyên di nava PKKê de dikin. Lê ev cara yekem e ku serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di axavtineka xwe de behsa nakokiyên di nava PKKê de û taybetî nakokiya di nava Ocalan û Demirtaş de dike. Lê ev yek ji aliye medya Kurdî ve gelek nehat nirxandin, tene wek nûçeyek rojane hate derbas kirin.

Tê zanîn ku roja Abdullah Ocalan çûyî Îmralî heta wek vê gavê pêwendiyên wî li gel dewletê gelekî başin. Taybetî di dema desthilata AKPê de pêwendî baştir bûne û di encam de pêvajoya“çareseriyê“ hatiye ceribandin.

Cara yekem li Îmralî li hevdînekî li gel perpirsên dewletê, Ocalan behsa nakokiya xwe û Qendil dike û dibêje:Min digot di bin siha çekan de aşitî çênabe.Lê guh nedan min.Wek min derket.Niha divê PKK û HDP xwe rexne bikin.Siyaseta wan sernekeft rûxa. Bûyerek basîd de çek bi karanîn li gel dewletê şer kirin,destkeftiyên heyîn hemû winda bûn,rêxistinê gelek tişt winda kir.

Ocalan gelek cara behsa helwesta Qendil kiriye ew rexne kirine û gotiğe ku; Qendil guh nade min. Hilbijartinên şeredariyan de HDPê li hevhatinek nehînî di nava xwe û CHPê de pêkanî û pişgiriya berbijêrin CHPê kir. Ocalan bi nameyeke daxwaz kir ku, bila HDP bê helwest bimîne . Lê HDPê guh neda Ocalan û wek Qendil kir. Ji wê rojê pêve nakokiya di navbera Ocalan û Qendil de vekirî tê gotubêj kirin. Ji hingê ve Ocalan bû deng dixweyê, lê ew jî lig ora xwe din ava leptekî de ye.

Qendil hewl da ku rolê Ocalan yê demekî de bide Selahatin Demirtaş. Li Edirne girtîgehê de rojane Demirtaş daxûyaniya dide, hevpeyvîna pêktîne û li gora xwe bi awayekî siyaseta HDP rêve dibe û gelek medya Tirkiye ya girêdayî muxalefet jî ji bo Demirtaş popüler bike her tiştekî dike. Lê di eslê xwe de Demirtaş ji aliye Qendil ve wek bedilê Ocalan tê diyarkirin.

PKK ji aliyekî ve rojane ji bo Ocalan çalakiya li dartêxe, rêveberên PKKê di axaftina xwe de her behsa serokatiya Ocalan û rolê rêveberiya wî dikin. Yanî wek Ocalan bi xwe dibêje hêja PKK wî “ bi kar tîne“ .

Gelek cara di medya Tirkî de behsa rewşa PKKê û Ocalan hatiye kirin, nirxandinên cuda çêbûne. Lê ev cara yekem e ku serokkomarê Tirkiye di gruba partiya xwe de, gelek eşkere behsa nakokiya Ocalan û PKKê dike. Vekirê got ku, dê Abdulah Ocalan hesab ji Demirtaş bipirse.

Tê zanin ku, di vê dema behsa hilbijartina li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tê kirin, her aliye siyasî xwe ji hilbijartinan re amade dike. CHP hewl dide HDPê ber bi xwe bîne û AKP jî kerta Ocalan dixwaze  baş bi kar bîne. Di medya Tirki de hat eşkere kirin ku ji bilî hevdîtinên dezgehê dewletê li gel Ocalan dike ,heyetên AKPê jî li gel Ocalan hevdîtina dikin.

Yanî çewe ku CHP û muxalefet hewldide HDPê ber bi xwe bîne, AKP jî hewl dide ku Abdullah Ocalan dema pêwist bêxe dewrê û ji bo dengen HDPê negihin muxalefetê tişta pêwist bike.

Vêca yan Ocalan dê sere Demirtaş bixwe yan jî dê Demirtaş Ocalan têkbibe û bû bandor bike. Heta vê gavê di pratikê de Qendil guh nade Ocalan, lê her behsa wî dikin û ji bo Ocalan çalakiên cur bi cur jî dikin.

Dixweyê qonaxa ku Ocalan û Qendil nakokiyên xwe eşkere bikin nêzike. Dê ew yek bandora xwe li HDPê  bike û dikare bibe sedema alozbûna HDPê jî. Niha din ava bingehê HDPê de Olan û Demirtaş bi awayek girtî berfireh tê gotubûj kirin, gelek ji wan Ocalan rexne dikin û pişgiriya Demirtaş dikin. Lê dixweyê hêja Ocaln gotina xwe negotiye.

Dê ne xerîb be pêşerojê de Erdogan û Kiliçdaroglu nakokiyên di nava PKK/HDPê de gotubêj bikin, yek Îmralî û yek jî Qedîl biparê ze..

14.01.2022

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button