PolîtîkRojev

Serok Barzanî li gel gruba PDKê di parlementoya Iraqê de civiya

Serok Barzanî roja pêncşemê 13ê Çileya 2022yan li Selahedîn ligel Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê civiya.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî li Seroka Fraksiyon û Berdevka Fraksiyona PDKê yên li Parlamentoya Iraqê kir û di erk û karên wan de ji bo wan hêviya serkeftinê xwest.

Herwiha di civînê de Serok Barzanî li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhateyên herî dawî yên siyasî, amojgarî û rênimayên pêwîst bo amadebûyên civînê xiste rû.

Tê zanin ku piştî parlementoya Iraqê civina xwe ya yekem kir û serokê Parlementoyê û herweha desteya serokatiya parlementoyê hilbijart, partiyên siyasî jî serokê fraksiyona xwe û berdevkê fraksiyonên xwe destnîşan kirin. Prosesa nû destnîşankirina serokkomar e û pêkanina hukumeta nû ya Iraqê ye.

Back to top button