Cîhan

Obama: Mubarek guh da daxwaziyên gel

Serokê Amerîka Barack Obama dibêje Husnî Mubarek bi karvekêşana xwe gohê xwe da “birsîbûna gelê Misirê bo guherînê”, wî hişdarî da ku eve destpêke bo guherînê li welatî.

Serok Obama roja Heynî li Seraya Spî axift, çend demjimêran piştî cêgirê Serokî Omer Suleyman ragehandî ku rêzdar Mubarek karvekêşana xwe daye û desthelata serokî leşkerî wergirtî ye.

Rêzdar Obama got “rojên bi zehmet yê li pêş,” lê wî got ew piştraste ku Misirî dê Karin bersiva wan pirsyaran bibînin ku hêşta bersiva wan nehatiye dan.  Serok obama got bi aştî û bi riha yekbûnê ku li xwenîşandanên heftiyên borî diyar bû, Misirîyan “îlham da me” ku bê tundûtûjî “kivanê dîrokê berev dadperwerîyê çemînîn.”

Wî jê daxwaz ji leşkerê Misirê kir ku guherînê berçav bê kirin, ku mafên Misirîyan bêne parastin, qanûna Tengavîyan bê rakirin, destûr bê guhartin û rêbazeka ruhn û diyar bo hilbijartinên azad û rewa bê danan.  Wî got li guherînê pêdivî ye hemû dengên Misirê têda beşdar be.
Rêzdar Obama her weha got Amerîka dê her dost û hevalbendeka Misirê be, û dê amade be her harîkarîyekê bike ku pêdivî be bo guhertineka cihê bawerê bo dimokrasîyê.

Berî gotara Serok Obama, cêgirê serokî Joe Biden karvekêşana Serokê Misirê Husnî Mubarek bi “gaveka giring” di dîrokê de da nasîn.
Qanûndanerên Amerîka wan jî pêxweşya xwe diyar kir li ser karvekêşana rêzdar Mubarek.  Rêberê piranîyê li Civata Senatoran Harry Reid got ew dilxweşe ku rêzdar Mubarek “gohê xwe da dengê gelê Misirê.”  Senatorê Komarî John McCain pêxweşya xwe diyar kir li ser biryara rêzdar Mubarek.  McCain- ku li hilbijartinên serokatîyê li sala 2008ê berbijarê partîya xwe bû- got dîrok dê diyar ket ku biryara dawîyê ya rêberê Misirî wek serok bû berjewndîya welatê wî baştirîn biryar bû.

(Voa)

Back to top button