Civak

Barzanî: Li Kurdistanê azadî mafê her kesekiye

Li gora nûçeya KurdistanTV serokê herêma kurdistanê di konferensê de, tekezî li ser jîyana biratîyê ya nav civakê kiriye û daye xuyakirin, ku arêşeya gelê kurd a bi rejîmên berê re ne oldarî bûye.

Serokê Kurdistanê di gotara xwe de tekez kir, ku arêşeya navbera gelê kurd û rejîmên berê arêşeyeka neteweyî bûye û gelê kurd û hemû çîn û tivêjên vî welatî li ser dirêjîya dîrokê, bi biratî jîyan bi hev re derbas kirine.

Barzani da xuyakirin, ku gerek hemû kes li herêma Kurdistanê azad bin, belê hinek nirx hene, ku divê ew neyên binpêkirin. Serokê Kurdistanê daxwaz ji endamên vê konferensê kir, ku gerek ew nirx û pîrozîyên herêma kurdistanê ji xelkên herêma kurdistanê re dîyar bikin.

Di konferensê de wezîrê Ewqafê yê herêma Kurdistanê û wezîrê rewşenbîrîyê yê herêma Kurdistanê jî, gotarên xwe pêşkêş kirin.

Back to top button