NY û Amerîka dixwazin kêşeyên Hewlêr û Bexda bêne çareserkirin
Husên Hîndavî Şêwirmendê Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê li daxuyaniyeke taybet da ragihand civaka navdewletî, Neteweyên Yekgirtî û Amerîka berdewam daxwazê dikin ku li navxweya Iraqê de aliyên siyasî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kêşeyên xwe çareser bikin û tekez jî li ser guftûgoya di navbera her du aliyan û çareserkirina kêşeyên wan dikin.
Her wiha Hîndavî got: “Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê asayiye û berdewam guftûgo û civîn li ser çareserkirina kêşeyan heye. Her wiha her du alî daxwaza çareserkirina tevahiya kêşeyan kiriye ku li berjewendiya xelkê da bê. Civaka navdewletî, Neteweyên Yekgirtî û Amerîka berdewam daxwaz dikin aliyên siyasî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kêşeyên xwe çareser bikin û tekez jî li ser guftûgoya di navbera her du aliyan û çareserkirina kêşeyan dikin, ji ber ku xelk gelek êşê ji destê nebûna xizmetguzariyan dikêşin.
Hindavî wê yekê jî got: “Amerîka daxwaz dike kêşeyan li rêya hevdîtin û guftûgoyan birayane çareser bikin. Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî daxwaza çareserkirina kêşeyên heye”.