NY firîna balafiran li Libya qedexe kir

Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtîdi di civîna xwe şevîdin de li dijê serokê Lîbyayê Muamer  Kadafî hinek biryar girtin. Ny biryar da ku hemî awayên firînê li ser asîmanê Libyayê qedexe be. Sedemê vê biryarê ewe ku leşkerên Libya nikaribin li himber kesên dijê rejîmê balefirên cengî bi kar bînin.

Pênç endamên  Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî, di civînê de amade nebûn da ku li dijî Lîbya biryarê nedin. Çîn, Brezilya,Almanya, Hindistan û Rusya  amade nebûn û bê alî man.

Li Libya grubên dêjî hukumetê li himberê vê biryara NY keyfxeşiya xwe dan kifşkirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: