Kurdistaniyan li Almanya helebçe ji bîr nekirin

Partî û Komlên Kudistani li Elmanya -Koln
Komkujiya Helebçê bibiranin
Malbatên Serbilindên Caguriyên Helebçê
Kurdistanyên Xoştevî
23 sala beriya niha ûdi roja 16.03.1988an hikometa ji navçoya bease mezintirin karetan di dîroka mirovatiyê de li ser gelê Kurd tomar kir.
Wêrankirin û topbarankirina Heleçê,bi mezintirîn û wehşîtirîn kareta mirovatiyê tê piştî hêrojima û nakazakî ku careke din cihan hejand û mirovati şoke kir.
Di demekî da xelkê bê çek û bê berevanî yê Helebçeyê mijili kar û barên xwe yên nomal bun û ew çend roj bun ku li jêr sîbera azad kirina bajarê xwe da û dur ji destiya rejîma bease jiyana xwe di meşandin. Diheman demê da Sedam û rejima xwe tuji şikestina şer hatibun,ji bo heyfa xwe bigrin,kîna xwe di rêya
Balefirên jahrî û bi serpereştiya kur apê wî(Elî yê Kîmiyawî )û bi fermana Sedam bi xwe li ser xelkê sivîlê bajrêrê helebçê rişandin.
Di wê erişehê de ku di demjimer 11:30 sibeya roja 16.03.1988an dest pêkir,rejimê bi hovitîrîn reng û dur ji hamî saxetên mirovatîyê û bi çekê qdaxekirî yê Kîmyayî ketina bordiman kirina Helebçê demekê kêm da(5000 )pênç hezar mirov bune qurban û nezîka(10000 ) deh hezar jî birîndar man û bi deh hezaran jî ji welaten xwo çune der, di wê jahra hember gelê Kurd hatîye encam da ji bal sedam ûhevalên wi, pir çek û silehên qebexekrî bikar hatibun mina gaza ku hatiye qedexekirin,di wê katliamende ne bitenê can bun qurban belki bi hazaran hawanet ji telefbun herem tev pisbu û çerxa jiyanê tevli havbu ta ku ava vaxrinê jî edi mirov nikarîbu vexariba.
Bi karanîna çekê kîmiyayî ji aliyê rejîma bease ve ji bu asimla kirin û beserubinkirina madi û manawî ya xelkê bajarê Heleçê Di heman demê da berpiryarên wê rejimê bi tawanbarên jahrî binasînin û di dadgeheka adil da bene dadgehkirin ûbene cezakirin,her çende hinek ji wan hatine cezakirin ûgihijtine heqe xwe,lê belê pir ji wan kesan heya niha jî mane û hikim li ser ne hatiye cêbecêkirin.
Ji ber wê jî evên ku em di vê meşe de amade,dixawzîn di demek zuda ew hikim were cêbecê kirin, herwusa jî dixazîn ew Kompanya û saziyen çekê Kîmyayî daye rijîme e deste wan di wê tawanê da heyîn bi dene dadgeha navneteweyî û bene dadgehî kirin.
Herwesa jî ji saziyên navneteweyî dixwazîn karesata Heleçê bi Cînosayîd bizanin,daxwazê ji Hikomata Kurditanê dikin li dûf denge xelkê Helebçê û daxazên wan biçin û pirtir xizmeta bajêrê Helebçe bikin û pir alikarîya peşkeşî wan bikin û xebatê bikin bo dananaskirina bajarê Helebçê bi Cînosayîdê li Cihanê Bi dilve dizanîn divê bîreweriyê da amajê bideyîne berhemê xwîna cangorîyên Helebçê û qurbaniyên Enfal û mandîbun ûxebata dehan sla ya Neteweya me desxoşker û rêxoşkerên hatina vê azadiya Başûrê Kurdistana me bun,ku Parlamenen û Hikomenta xwe dibinê û evro ew buye mala me û her Kurdekê di vê Cihanê da dijî,başure welat bi mala xwe dibîne,cihê ûmêdiya tev gelê Kurde li her çar parçên Kurdistanê.
Cem me hamiyan aşkere ye ev ber bi pêşveçune ûpêşketinê du alîyê ekonomî û siyasî û çandî da buyiyê kelemê çave dujminên gelê me û dagîrkerên Kurdistanê ,çi qas ji destê wan bê ewê bo têkdana me bi xebitin û rîya me teng bikin û me asimle bikin.
Birêzan,
Di vê dawiyê de gelek goharin di rojhilata naverast da pêş hatin,ku ji hindek welatên Erebî girt û bu egera ji nav çuna rejimên diktatorên wan mina Misir û Tunisê,û sîpela wê goharînê û nerazibunê heyaniha berdewame di gelek welatên Erebî û yên din da , bê gomane ev rejîmên ha di dema xwe da alîkar û piştgirên rejîma beasa îraqe bun tevî wan zilim û zordariya Sedam ser gelê me û runiyeka dine li pêşiya me,hindek ji wan welatan li dewruberê me ku çave wan lê ye vê destkefta gelê me li Başur bi dest ve hatî ji nav bibin,destê tekdanê dixin nav welatê me da bi rêya kesanên kirê girtî û aligire xwe.
Em, hamu heza xweve piştgiya Hikometa Kurdistanê û Serokatiya wê û parlemenê wê dikin,bo ser xistina vê prosêsa ber bi demokratî bunê û xoşkirina jiyana xelkê me û ber bi azad buna tev parçên welatê me,em bahverîn jî ku êdî Gelê me re na de
dujmin û nehezan wê yekgirtina xwe baştir bike û mala xwe rêk bêxin.
Em berê xwe di din Parleman û Hikometa xwe û ji wan dixwazîn her çi ji destê wan tê ber bi xelkê xwe ve biçin û daxwazên wan yên rewa cêbecê bikin û jiyana xwe ber bi xweşiyê ve bi bin û ew xelke mina berê bi bin parêzerên detkeftên xwe û rê li dujmina bigirin û jiyaneka aram û tenada bijîn, heya serkeftina bi yekcarî û bi dest ve anin û rizgar kirina tev paçên
Kurdistanê.
Bîrhatina bîst û sê saliya helebçê her bilind û pîroz bê
Silav bu canê kurbaniyên Helebçê ûtev canguriyên bizava
rizgarîxwaziya gelê Kurd û Kurtidtanê,her bilind bê ala pîroza KURDISTAN
PDK
YNK
PDK-Bakur
HDK-Iran
PAK
PDK-Iran
P.Y.D.K-S
Komele
Sentere Kurdî li Koln
Komela KOÇKAK li Koln
16.03.2011 Elmaniya-Köln
——————————————————————————–