Neteweyên Yekbûyî di derbarê rewşa sivîlan di şerê Rusya û Ukranya de daxûyaniyek belav kir. Li gora vê daxûyaniyê, heta niha 726 sivîl jiyana xwe ji dest dane,1174 kes jî birîndar bûne. 3 milyon û 63 hezar jî koçber bûne.
Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) daxuyaniyek belav kir û tê de amarên koçberên Ukraynayê ragihand.
Li gor amaran, ji 24ê Sibatê heta 15ê Adaraê, 3 milyon û 63 hezar û 95 kes ji Ukraynayê berê xwe dane welatên cîran, nîvê vê hejmarê xwe spartina welatê Polandayê.
Neteweyên Yekbûyî eşkere kir; milyonek û 875 hezar û 45 kes çûne Polandayê, 467 hezar û 703 kes çûne Romanyayê, 344 hezar û 454 kes çûne Moldovayê, 272 hezar û 943 kes berê xwe dane Macaristan, 220 hezar û 977 kes bo Slovakyayê, 155 hezar û 841 kes çûne Rûsyayê û 1816 kes jî berê xwe dane Belarusê.
Li gor daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, herî kêm 726 sivîl li Ukraynayê ko ber êrîşên Rûsyayê hatine kuştin.