NY, Amerika û Britanya pêşniyarek raberî Barzanî kirin
Serokê Kurdistanê mesud Barzani îro li bajarê Duhokê pêşwazî şandeke NY, Amerika û Britanya bi hevre kir û pirsa referanduma serxwebûnê hate gotubêjkirin. Vê heyeta hevbeş pişniyarek ji bo referandum kirine û Barzani ji wan re gotiye: “Em dê vê mijarê li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê gotûbêj bikin û di demekê nêzîk de em dê helwesta xwe rabigihînin.”Nûçeyaku di vê derbarê de malpera fermi ya serokatiyê de hatî belav kirin eve:Roja pênçşem 14.09.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandekî bilinda Hevpeymanan kir ku pêkhatibû ji Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka û Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.Li Hevdîtinê de ku li Navenda Serpereştiya Operasyona Dijî Da’îş birêveçû ku li destpêkê de şerê Dijî Da’îş tenê pênç kîlometir li terorîstên Da’îş ve dûr bû. Li vê hevdîtinê de Nûnerên Hevpeymanan behsa komek mijaran kirin, yek ji wan jî babeta referandûmê ku biryare li 25.09.2017 birêve biçê. Şandê pêzanîneke zêde ji bo gelê Kurdistanê hebû û rola Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên Da’îş de, bilind nirxand û silav ji bo giyanê şehîdên Pêşmerge li şerê terorîstan re şand.Li civînê de şanda mîhvan bedîlek li şûna birêveçûna referandûmê li 25.09.2017 xisterû.Serok Barzanî wê bedîlê wergirt û pêşwaziyê li guftûgoya binyadnerane kir, lê belê di derbarê referandûmê û bedîlê pêşniyarkirî, ragihand ku eve bi tenê biryara min nîne û ev babete li gel serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê behs dikin û di demeke nêzîk da helwesta xwe ya li vî derbarî de radigihînîn.