Cîhan

Daxûyaniya Tirkiye wek tehdîtekiye

Berdevkê serokkomariya Tirkiye Ibrahim Kalin li ser rewşa heyê daxûyanî da û behsa referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr jî kir.Ibrahim Kalin di axavtina xwe de got: Em li hêviyêne ku Erbil ji dev vê biryara xwe ya xelet berdê.Em li gel Bakurê Iraqê di nava pêwendiyên başde ne, dive xwe ji gavên ku van pêwendiyan têbibin dûr bêxin. Tvlibûna kerkûkê ya referandumê nayê qebûl kirin.Em li himber hemû gavên di vê derbarê de ne û bê deng jî namînin.Berdewamiya axavtina xwe de Kalin got: Dê ev biryar wan gelek bi tenê bihêle. Ji bilî Îsrail tu deverek din pişgirîya wan nekiriye. Banga me ew ku ji cih de ji dev biryara referandumê berdin di şerşova yekitiya axa Iraqê de, gavên jib o şareseriya pirsgirêkan li gel Bexdayê bavêjin.Ev axavtina Kalin ji daxwaziyekî behtir wek tehdîdekî bû. Lê heta niha di vê derbarê de tu nirxandin nehatine kirin û ji beri demekî tiştên wezîrêderve yê Tirkye û Ibrahim kalin gotin ji hev dûrin. Gelo Tirkiye li dijê hukumeta Kurdistanê dikare çi gava bavêje , ev nayê zanin.

Back to top button