CivakRojev

Nûnerê Wezareta Derve yê Amerîkayê serdana Rojava kir

 

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nicholas Granger serdana Meclîsa Rêveber a Rêveberîya Xweser a Rojava kir.

Di hevdîtinê de hat gotin ku geşedanên dawî yên li Sûrîyê û Rojava bi taybetî hatine nirxandin.

Di daxuyanîya Rêveberîya Xweser de hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de astengîyên Rêveberîya Xweser yên di warê siyasî û aborî de, têkoşîna li dijî terorê û girtîyên DAIŞ yên di girtîgehan de hatin gotûbêjkirin.

Nûnerê Wezareta Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Nicholas Granger, tekezî li ser helwesta xwe ya zelal a di derbarê çareserkirina kirîza Sûrîyê ya li gor biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî kir. Her wiha Granger piştgirîya xwe ya ji bo aştîya herêmê û şerê li dijî DAIŞ dubare kir.

 

Back to top button