
Endama Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Nermîn Merûf, ragihand ku gotûbêjên dawî yên danûstandinên bûdçeyê tên kirin û ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî bûdçeyek zêdetirî 11 trîlyon dînar hatiye diyarkirin.
Nermîn Merûf got: “Di bûdçeya giştî ya Iraqê de, bûdçeyek li derdora 10 trîlyon dînar ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin. Di nava vê butçeya ku hatiye diyarkirin de mafê xwedîyên master û doktorayê jî hene”.
Di derbarê bûdçeya xanenişînan de jî Merûf daxuyanîyek da û got: “Di bûdçeya giştî ya Iraqê de 1 trîlyon û 300 milyar dînar bûdçe ji bo xanenişînên Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin“.
Parlamentera Iraqê diyar kir ku ji bo veberhênanên Herêma Kurdistanê budçeya 2 trîlyon û 700 milyon dînar hatiye pêşbînîkirin û tekez kir ku rêjeya di bûdçeya giştî ya geşepêdana Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin ji sedî 11 ye.


