
Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî a Tirkîyê MÎT ev heyamek e ku bi êrîşên taybet kadir û berpirsên PKK/KCK berteref dike.
Berî çend rojan hat ragihandin ku MÎTê li Başûrê Kurdistanê herêma Garayê Tekîn Okan (Denîz Bahrî, ku berpirsê Hêza Taybet Tîma Hewavanîyê ye, bi êrîşek taybet kujtiye.
Tê gotin ku dronên PKK bi destê Denîz Bahrî dihatin çêkirin û ew dron di êrîşên ser leşkirên Tirk de dihatin bikaranîn.
Ji alîyê din, MÎTê dîsa bi rêya çapemenîyê daxuyand ku wan li Garayê berpirsê kûrye yên hêzên taybet yê PKK Muslum Urper (Soro Goyî) bi operasyonek noqteyî berteref kiriye û kujtiye.
Herweha li Rojavayê Kurdistanê jî bi operasyonên noqteyî kadir û berpirsên PKK/KCK (YPG) hatine û tên berterefkirin.


