Polîtîk

Nûnerê NY serdana Serokê Kurdistanê kir

Îro dûşem 15/03/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Ad Mîlkerd Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û şanda li gel kir.

 

Li hevdîtinê de yasa û proseya hilbijartinê û pirsa Iraq ya piştî hilbijartinê û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqa Federal û pêşhatên dawî hate nirxandin. Sebaret bi yasaya hilbijartinê Serok Barzanî kêmasiyên wan yasayan xiste rû û daxwaz kir ku ji bo hilbijartina nû de serî li van yasayan bidin û proseya serjimêrî jî bête encamdan bo ku mafê tu aliyek neyê binpêkirin.

 

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (N.Y.) jî li gel Serok Barzanî hevrê bû û ragihand ku pêwîste ji bo paşarojê serî li wan yasayan bê dayîn, ji ber ku ew yasa ji bo ewe bû ku çareseriya pirsgirêkên niha bike û wekî N.Y. jî girîngiya encamdana serjimêriyeke giştî têdigihîn û daxwaz ji Hikûmeta Federal dikîn ku ev prose bête encamdan, raste prose girêdayî hinek mesayîlê siyasî ve ye, lê belê pêwîste Hikûmet li dema diyarkirî da encam bide û N.Y. jî alîkar dibe‌ li encamdanê de û hemû hewleke xwe jî ji bo serxistina vê proseyê dixe rû.

 

Di der barê proseya hilbijartin û bestina hevpeymaniya li gel lîst û qewareyên dinê Iraqê û bernameya Hikûmeta nû ya li gor nêrîna Herêma Kurdistanê ve, Serok Barzanî wê yekê ronahî kir ku Herêma Kurdistanê amadeye danustandinê li gel hemû lîsteyên bira bike û danustandinên vê carê jî gelek bi ronahî dê bêne encamdan û bête parastin.

 

Ewê pêwendî bi Iraqê ve hebê‌ meseleya demokratiyet û girêdayî bûne bi destûr û ber çav derbaskirina bi pêkhata artêşa Iraqê û beşdariya rasteqîneye li biryardanê û her wiha serjimêriye.

 

Sebaret bi Herêmê jî ew xalên ku cihê girîngin bi maddey 140 û yasaya neft û xaz û budçeya Pêşmergeye. Êdî her lîstek li me nêzîktir bê‌ û helwesteke rûn sebaret bi van meseleyan nîşan bide emê hevpeymaniyê li gel da bikin.

 

Gengeşekirina rûdawa vê dawiya ya bajaroka Wankê‌ û pirsgirêkên li navbera lîsta Hedba û lîsta Birayetî û her wiha çawayiya çareser kirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ku heta niha bi helawestî mane û rola N.Y. li çareser kirina van pirsgirêkan da mijareke dinê vê hevdîtinê bûn. Li vî warî de Serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku vê carê terkîz li ser bernameya cih bi cih kirina maddeya 140 dikîn bi her sê‌ qonaxan ve, wate bi hişyarî diçîne nav naveroka her sê‌ qonaxê û îktîfa bi amajedanê nakîn û ji bo vê mebestê jî tîmeke şareza pêktînîn ku ser bi Serokayetiya Herêma Kurdistanê bê‌.

 

Her wiha li dawiya hevdîtinê de, tîşk xistin li ser encama dawiya serdana fermiya Serok Barzanî ya Emerîka û helwesta Serokê Emerîka sebaret bi Iraq û Herêma Kurdistanê û rênedana bi dûbare bûna wan karesatan ku bi dirêjahiya dîrokê tûşî gelê Kurdistanê bûbûn. Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî balkişand li ser wê yekê ku N.Y. jî careke din rê bi dûbare bûna wan karesatan nade.

Back to top button