N.Barzanî bû serokê şanazîdarê Zankoya Kurdistan
Ev beşek ji axaftina Nêçîrvan Barzaniye :
“ Di pêşerojê de bandora Zangoya Kurdistanê li ser civakê û dezgehên hukumetê bête zanîn. Armanca me ewe ku,Zangoya Kurdistanê bi zangoyên cîhanê ve bête gêrêdan. Dê Zankoya Kurdistan di hinek warên din de jî, jîyana li herêma Kurdistanê ber bi pêş ve bibe. Bi tevî ku dorpêç li ser herêma Kurdistanê hebûn, belê gelê kurd ji xwendinê û zanînê dûr neket. Di wê maweyê de çend zankoyên nû jî li herêma Kurdistanê hatin damezirandin. Piştî herifandina rejîma berê, me destkeftiyên xwe parastin û em di nav karek mezinde bûn, da ku,ayînde (pêşeroj) jî misoger û parstî be. Dezgehên nû me ji giriftan dûr têxin. Zankoya Kurdistan jî, dê kar ji bo nehiştina giriftan bike, dê di van çend salên pêş de jî, akam û encamên karê Zankoya Kurdistan bihên dîyarkirin.“
Di berdawbûna axaftina xwe de Barzanî, behsa rewşa ku bûye cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê jî kir û di vê derbarê de got: “ Pirs ne ew e, ez posta cîgirîya serokê PDK-ê wernagirim. Rast e ew postê han bi biryara serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye dan û ji alîyê polîtburoya PDK û komîteya navendîya PDK-ê ve jî hatiye pesendkirin, belê evaya pirseka destûrîya di nava PDK-ê bi xwe de ye.
Nêçîrvan Barzanî got: Niha em ber bi sazdana kongireya PDK-ê ve diçin, em hêvîdar in, ku ew tiştên pêdivê ye di nava vê kongireyê de pêk bêne, û bîr û nerîn li ser bihên pêşkêşkirin.
Derbarê avakirina hikûmeta Bexdayê de Barzanî wiha got, “Serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bo pêkanîna hikûmetê tu rûniştinek nekirine, serokê çend lîsteyan serdana Serokê Herêmê kirine da ku ji nêzîk ve bi serokê herêmê re behsa hilbijartinan bikin, ewa ku ez jê haydarin cenabê Serokê Herêmê û Hevpeymaniya Kurdistanê dê berî her tifaqekê li Bexdayê bi aliyê kurdî yên başdar di Parlamentoyê de gotûbêjan bikin û nêrîna wan jî werbigrin”.
Barzanî axaftina xwe wiha berdewam kir, “Divê ku em li Bexdayê hevgirtî bin, Lîsteya Goran di Parlamentoya Kurdistanê de xwediyê 25 kursiyane di vê hilbijartinê de jî dê komek kursî hebin, ev mijareke ku divê em wekî ku heye bibînin, lê divê Goran jî biryarê bide ku helwesta hemû aliyan hevgirtî be”.