Cîhan

Frotina çekên giran zêde dibe

Stockholm – Enstituya lêkolinên aşitiyê ya navnetwî li Stockholm(SIPRI), raporek belav kir. Di vê raporê de  tê xuyakirin ku, li hinek herêmên ku problem tê hene roj bi roj hêzên xwe yên çekdar xort dikin û gelek çekên giran dikirin. Li gora lêkolînên Enstituyê di navbera salên 2005-2009-ê de firotina çekan ji % 22 zêde bûye.

Li gora rapora SIPRI, cihê Çînê di firotina çekan de ji % 14 ye. Ji bo Çînê bazara herî mezin Îran e. Lê di firotina çekan de rêzgirtin li biryarên Neteweyên Yekgirtî hatiye girtin. Li himber vê yekê  di cîhanê de çihê Çînê di firitona çekan de ne gelek girîng e. Çîn salê derbarê 380 milyon dolarî çekan difroşe derve. Amerîka salê zêdetirî 7 milyar dolar çek difroşe.

Piraniya çekan ji bo wan herêm û welatan têne firotin: Rojhilata Navîn, Afrîka Bakur, Amerîka Başûr, Asya Başûr û Asya Rojhilata Başûr. Ew herêmên ku tevlihevî,şer û nexweşî di tê de heyîn mişteriyên çekan yên herî mezinin.

Di navbera salên 2005-2009-ê de firotina cureyên çekan bi vî awayî ye. Ji % 27 frokeyên cengîne. Amerîka di vê qonaxê de, 72 firokeyên cengî dane Yekitiya Mîrekiyên Ereban, 52 F-16 dane Îsrail û 40 F-15 dane Koreya Başûr. Rusya jî, 82 firokên cengî dane Hindistanê, 28 dane Cezayir û 18 frokeyên cengê yên Suhoi dane Malezya.

Herweha li gora vê raporê cara yekeme welatên wek Singapur û Cezayîr dikevin di nav lîsteya welatên ku çekan dikirin de.

 

RojevaKurd

Back to top button