Nûnerê NY: Pilana reforman bi gaveke gelek baş û erênî wesif kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja duşemiyê 06.06.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Yan Kobîç nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir.Kobîç, di axavtina xwe de, biryara serokatiya siyasiya Herêma Kurdistanê ya di warê vegeriyana parlamenterên kurd bo Bexdayê bilind nirxand û pilana refrorman a hikûmeta Herêma Kuridstanê dest pê kiriye bi gaveke gelek baş û erênî wesif kir.Nûnerê taybetiyê NY behsa têkeliyên navbera Kurdistan û welatên cîran ji aliyekî û têkeliyên bi Bexdayê re û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û, di vê çarçoveyê de, tekîd li ser wê yekê kir ku NY amadeya di warê çareserkirina wan pirsan de alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike.Nêçîrvan Barzanî di axavtinekê de tekîd li sesr helwesta Herêma Kurdistanê kir ku, tu demekî naxwaze bibe beşek ji pirsgirêkên siyasiyên Îraqê û dixwaze hemû pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û danûstaninan çareser bike, baştirîn têkelî digel welatên cîran hebe û herêma Kurdistanê li deverê faktora îstîqrarê be.Serokwezîr got ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi piraktîzekirina pilana reforman kiriye û ji bona bicîkirina wê pilanê hikûmeta Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya NY, welatên dost û bi taybetî welatên G7 heye. Barzanî daxwaz kir ku, NY lêbixebite ew alîkariyên darayî yên ji Îraqê re tên hinartin, beşa Herêma Kurdistanê jî jê bê misoger kirin.Rewşa ewlekariya Îraqê, rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawiyê yên cenga dijî terorê, operasiyona azadkirina bajarê Feluce û çend mijarên din di civînê de hatin gotûbêj kirin.