Cîhan

Nûnerê MSDê: Nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê xizmeta Pirsa Kurd dike

Berpirsekî Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê li ser asta stratejîk dê bikeve xizmeta Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî û Nûnerê MSDê li Almanyayê Dr. Rizgar Qasim  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hebûna Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî li navçeyê stratejîk e û ew dijî rejîma Sûriyê û siyaseta Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê ne, lewma li ser asta stratejîk, nêzîkbûna herdu welatan dê xizmeta pirsa Kurd bike.

Amadekariyên bilez ên ku li Enqerê tên kirin û daxuyaniyên bi rawestan ji berpirsên Tirkiyê ji bo danûstandinên ligel Şamê û asayikirina peywendiyan bi navbênkariya Rûsyayê hiştine zengila tirsê li nav hemû aliyên Sûrî lê bide.

Herî bêhtir opozisyona Sûrî ya girêdayî Tirkiyê û Rêveberiya Xweser, bi MSD û HSDê re ji proseya nêzîkbûna Şam û Enqerê dilgiran in.

Aliyên Rêveberiya Xweser pişta xwe bi hebûna hêzên Amerîkayê li herêmê germ dikin.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî û Nûnerê MSDê li Almanyayê Dr. Rizgar Qasim ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, armanca sereke ya vê nêzîkbûnê doza Kurd û Rêveberiya Xweser e, lê dê serî negire.

Nûnerê MSDê li Almanyayê Dr. Rizgar Qasim got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev plana Sûriyê, Tirkiyê û Rûsyayê danîne dê sernekeve. Ji ber ku hebûna Amerîkayê li herêmê stratejî ye û dê ji wê derê dernekeve. Eger Amerîka nebûya, rejîma Sûriyê û Tirkiyê dê ji zû ve êrişî herêma me kiriban.”

Dr. Rizgar Qasim herwiha diyar kir ku nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê, li ser asta stratejîk dikeve xizmeta pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê û got: “Bi nêrîna min ev hevdîtin û nêzîkbûna Tirkiyê û rejîma Sûriyê, di demeke dirêj de bi giştî dikeve ximeta Sûriyê û gelê Sûrî bi giştî û bi taybetî dê bikeve xizmeta pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavuşuglo eşkere kiriye ku di naverasta vê mehê de, dê bi beşdariya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ligel hevtayê xwe yê Sûrî Fêsel Miqdad bicive. Heta niha Wezareta Derve ya Sûriyê ti daxuyanî di vê derbarê de nedane.

Back to top button