Civak
Nûçeya ku Banu Guven rûxand

Pêşkêşvana navdar û rojnemavan Banu Guven, kekê xwe yê ku li Bodrumê dijiya, daleqandî hatiye dîtin.
Gorî agahiyên ketine dest, Mehmet Kerîm Guvenê 47 salî ku tena serê xwe dijiya, li beldeya Bîtezê a Bodrumê , li bexçeyê mala xwe bi çardaxê ve bi benekî hatiye daleqandin hatiye dîtin.
Piştî bûyerê tîma tenduristiyê diçe şûna bûyerê û eşkere dike ku Kerîm Guven jiyana xwe ji dest daye. Term, ji aliyê dozger û tîma lêkolîna şûna bûyerê ve hat dîtin û dûra rakirine morga nexweşxana dewletê a Bodrumê.
Di derbarê bûyerê de lêpirsînê dest pê kir.