Civak

NRT pere werdigire û senariyoyan çêdike

Beriya çend rojan Kanala NRT di bernameyeke xwe ya rasterast de sexîfên kesekî yên li ser Nemir Mele Mistefa Barzanî belav kir û piştî rojek jî çend kesek êrîş kirin ser kanala han û pişt re jî li ser banê bînaya kanala nav hatî bombeyek hate teqandin.

Li gorî zaniyariyên ku, Berpirsekî Silimaniyeyê yê Partiya demokrata Kurdistanê ji waranpressê re ragihandine, ev kesê ku, di bernameya rasterast ya kanala NRT de sexîf dane Nemir Mele Mistefa Barzanî karmendeke wê kanalêye û ev kesên ku, bombe jî li ser banê bînaya NRT de teqandine her kamendên vê kanala hanin.

Ev çavkaniya ku, zaniyariyên han pêşkêşî me kirine eşkere kir ku, li gorî pilaneke kanala NRT bi mebesta xwe derxistin û xwe kirine rojeva Kurdistanê û herwiha aloz kirina rewşa Kurdistanê ji hin aliyên biyanî û navxweyî pere wergirtiye û ev senariyoya han dariştiye.

Ev Berpirsê partiya demokrata Kurdistanê di derbarê teqandina bombeyê li ser banê bînaya NRT de jî anî ziman ku, Taxa ku, ev kanala han tê deye biewletirîn Taxa Silimaniyeyê ye û her çar dorên vê Taxa han û her çar dorên kanala NRT bi kamereyên wenêrînê hatiye xemlandin lewre eger keseke nenas anî bigoman derbasî vê Taxê bibe anî derbasî ser banê bînaya NRT bibe ji aliyê kamereyên wenêrînê ve tên dîtin û naskirin.

Lê kanala NRT ji der xistina dîmenên wan kamerayan ditirse jiber ku, ev kesên ku, bombe xistine ser banê bînaya vê kanala han her endamên kanala NRT ne û ji aliyê welateke Cîran ya Kurdistanê ve pere wergirtine û armanca wan jî aloz kirina rewşa Kurdistanê ye.

(waranpress
)

Back to top button