Nobel û rêberê balkêş Nêçîrvan Barzanî ( Serê Baranê)

Di mehên bûrî de di medya Amerikayê de sernivîsek balkêş hate nivîsandin. Lê di nava rojeva Pandemî û tansiyona Rojhilata Navîn de ev sernivîs hate winda kirin. Di vê sernivîsê de dihat gotin ku, Divê Serokê herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2020-an bibe namzet.
Nivîskarê ku vê nivîs li kuncika xwe nivîsandî, sedemên vê yekê li pey hev rêz dike. Belê Nêçîrvan Barzanî lîderek balkêşe,ez gelekî hij serokê herêma Kurdistanê Barzanî dikim, ez wî teqdîr dikim heta ew gelek caran wek serokêkî min matmayî dike. Ez ji bo çi matmayî dibim? Ji ber ku camêr gelekî mutevazî ye,(nefs biçûk e), kubare, gelekî devil ken e,pêwendiyan bi çavên xwe gelekî baş datîne, dikare wek dayinek ya xwedê şêfreyên giyanê(Ruhê) insana derêxe holê, kesayetek gelek bi hevsenge û li cîhanê gelek kesên heyranî wî hene û seranserê cîhanê evîndar e. Li gel vê yekê jî bihayek mezin dide jina, Barzanî ji bo mafê jina her qadê de ditekoşe, li mal, dibistanê,li kar û jiyana civakî de ji bo jina tişta tê destê wî dike. Li Rojhilata Navîn mirov xwediyê van taybetmendiyên ku min hêjmartîbe, di vê derbarê de mirov tekoşînê bide wek tiştekî mucîzeye .
Di civatekî ku Eşaîrî serdest be,di cudabûna de şer wek tiştek xwezaî bê dîtin , axa deverekî ku bi xwîn û hêstirên çavan bê avdan, axek ku fen û fît jê kêm nebin û hemû rayên zîzên cîhanê têre derbas bibin, gelek zehmete ku mirov li ser vê axê bi nefs biçûkî,rêzgirtin û bi rehmek mezin bihayekî hêja bide jinê û rolê yekgirtinê bileyze. Ev ne karê her mêrekiye.
Wek din herkesek hijêkirina Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiye dizane. Ez hevdîtina xwe ya li gel Nêçîrvan Barzanî tu cara ji bîr nakim.Dema min ew dît kelecanekê ecêb ez girtim. Li himber min serokwezîr(dema min ew dîtî serokwezîr bû) dikene û li nava çavên min dinêre, gelek bi dikat guh dide min.Diyaloga min a li gel insana ez gelek girîngiyê didim nêrîna çavan û ez gelek haj xwendina çavan a rastiyê dikim.Ew tişta ku min çavên Nêçîrvan Barzanî de dît ev bû: Ew lîderek mezine,li himber vê jî dilê wî gelek firehe, devil ken e,bi heyecan e,devilkeniya xwe gelek espiriya dike,zarokek di nava wî de ye, qîmetê dide insana û heçî ku dost dizanê li hiber wan heta mirinê bi wefaye.
Piştre ez ji bo rewrisma sundxarina serokê herêma Kurdistanê hatim vexwandin.Ji hemû deverên cîhanê mevanên taybet hatibûn û organizeyek gelek hêja çêkirîbûn.Piştî rewrisma sundxawarinê, di germa Hewlêr de baranek bi hêz barî bû.Te digot qey ew barana nava mirov vedikira pîrozbahîya serokê herêma Kurdistanê dikira.Wek ku bêje:Pîrozbe Serê Baranê
Wek min gotî belê,Nêçîrvan Barzanî rêberekî pir balkêş e! Lê belê, sernivîsek din heye ku ez dixwazim bi taybetî qala namzetiya Neçirvan Barzanî ya ji bo Xelata Nobelê ya Aşitiyê bikim. … Wekî ku min di destpêka gotara xwe de gotî; Ew şêwaza herî mezine ku yekî ji bo pêşkeftin û pêşvexistinê bi rengek erênî motive dike, ew jî bi serfirazî destxistina xelata ye.
Nêçîrvan Barzanî naveke ku di cihanê de kurd hemî hijê dikin û îtibarek mezin didinê. Dê Namzeta Nêçîrvan Barzanî ji bo Nobelê bibe sedemek ku Kurda ji bo pêşkeftinê motîve bike û dê bibe sedem ku tovên aşitiyê bê çandin.Ez li vê yekê bawerim. Ne bi nesiheta lê bi teqtîr kirin û dayîna bihayek hêja mirov dikare bibe sedem ku insan pêşvetir herin. Ev yek dê di nava Kurdan de gelek bi bandor be.Gotarek di pirtukek ya Mesud Barzanî de bandorek mezin li min kirîbû. Barzanî digot: Ez bawernakim ku tu miletekê wek Kurda zilm û zordarî dîtibe û hêja dibîne.Li himber vê jî Kurdan wek tu miletekî ders ji derbasbûya xwe dernexistine. Bi vê sedemê Kurd li Rojhilata Navîn de bûn dîlê şêrê hêzên xort û parçebûn.
Kurd bi dîrokê de bi êş û eleman hatine tûj kirin.Tu cara ji nexweşiyê xilas nebûne. Ji bo vê ez dibêjim belkî hinek nexweşî, êş û elam bi xelat kirinê modelên ku rol dayînê paşxwe ve bihêlin.
Bi xelatkirina rêberek Kurd bi çepikan, li pêşberî cîhanê dê ciwan, jin û zarokên Kurd keyfxweş bibin û dê hûnerên pêşkeftinê pêşeroja xwe de biafirînin.
Wek din malbata Barzanî, bê guman Nêçîrvan Barzanî di pêvajoya dîrokê de gelek nexweşiyên mezin dîtiye, lê li himber vê yekê tu cara berbi terorê ve neçûye. Ew xwedî li aramiya navçeye derket. PKK û DAÎŞ jî di nav de li himber hemû rêxistinên terorist helwesta wî xûyaye. Bû cîranek bi wefa yê Tirkiye. Li gel cîranên xwe neket di nava polemika de. Desthilatdariya herêma Kurdistanê hêja li himber hemû tehdît û êrîşên terorîsta şûnve gav neavêtiye û xebata xwe de berdewam e.
YAŞAR İÇEN
Çavkanî: Yeni Birlik
Werger: Rojevakurd