Polîtîk

Bolton: Divê Amerîka serbixweyî ya Kurdistana Iraqê nas bike

John Bolton Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimaniya Amerîka li hevpeyvîneke taybet de dide zanîn û dibêje: Divê Amerîka serbixweyî ya Kurdistana Iraqê nas bike

John Bolton Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimaniya Amerîka nihêniyên Koşka Spî heta ku berî têkçûna di navbera xwe ya li gel Donald Trump, yek ji bihêztirîn û girîngtirîn kesayetiyan bû li Amerîka.

Bolton di derbarê Kurdan de dibêje: Li rastiyê da ez bawer nakim Amerîka siyaseteke kiribe ku bandora wê li ser Kurd hebê. Her çende mixabin, eve wiha li me dike ku cûda nebîn li gelek welatên din, bi taybetî li Ewrupa. Dema temaşe dîroka dirêjê nasyonalîzma Kurdî dikî, gelek hebûye derfeteke baş ji bo wê rexsaye ku egera ewe hebûye hengavên mezinên berev dewletbûnê li dûv xwe da bîne. Hinek car wî hebûye hengavên paşvekişandinê hatine avêtin. Demeke dirêje nêrîna min eweye hilweşandina Iraq sûdmende. Pêwîste Amerîka herî kêm dewleta Kurdî nas bike bi taybetî ew Kurdistana li çarçêweya Iraqê daye. Pirsiyar girantire ji bo Kurdên nîştecihê dewletên dinê navçeyê. Bi raya min eve tişteke ku pêwîste Amerîka stratejiyane li ber çavê xwe bigre. Ji ber ku dikarê encamên wê gelek girîng û erênî bin.

Back to top button