Nivîsa Ataturk hate guhertin
Li hemû bajar û bajarokên Tirkiye û Kurdistana Bakur peykerên Ataturk hene.
Ji bilî cihên fermî di qada herî mezin û nawedî ya bajaran de ev peyker bi awayek mezin hatine çêkirin. Hemî qadên mezin jî bi navê Qada Ataturk hatine bi navkirin.
Taybetî li herêmên Kurdan li ser van peykeran piranî “ gotinên Ataturk“ yên di naveroka xwe de nijad perestî heyîn hatine nivîsandin. Di rastiya xwe de kesek jî nizane ew gotinên Ataturkin yan jî herkesekî tiştek gotî ew li kirine xwedî.
Li Batmanê jî li qada herî mezin de peykerek yê Ataturk heye.Li Teniştê de bi tîpên mezin hatibû nivîsandin: “Xwezî wî yê bêje ez Tirkim“
Ev gotin hate guhertin û dewsa vê gotinê “ Li Niştiman aşitî û li cîhanê aşitî“ hatiye nivîsandin. Vê bûyerê di medya Tirki de cihek girîng girt. Gelo dê bê ku rojekî berpirsên bajaran yan jî serokên bajarvaniyan bikaribin biryarê bidin ku ev peyker bimînin yan na…