Nivîsar

Nirxek din ji nav me çû

Usema Bedirxan li paytexextê Misrê li Qahîrê koça dawî kir

Usema Bedirxan keça Mîra Kurd Rewşan Bedirxan û xuşka Cimşîd û Sînemxanê. Wek qedera Bedirxaniyan li Misrê ji Kurdistanê dûr çû ser dilovaniya xwe.
Rastî dema mirov behsa kesayetek ji Bedirxaniyan dike wesifkirina wan gelekî zehmete. Ji ber ku gelek taybetmendiyên cuda di kesayeta wan de bi hevre xwe xwedî dikin.

Jiyana wan çewebe ji berî her tiştekî ew taybetmendiyên mîraniyê, kultura qesrê û rabûn rûniştina bi nirx û herweha bi awayek piralî esaletek bê biha di kesayeta wan de heye.

Usema Xanim min dereng naskir. Lê dema min Usema xanim dît di cih de Rewşen Bedirxan diya Usema xanim hat ber çavên min.

Usema Xanim rastî kesayetek di astek bilin de bû. Jinek nazik, modern û rabûn rûniştinek bi esalet. Dema mirov li Hewlêr mala Sînemxanê serdana Usema  Xanim dikira, her demî bi rêku pêk bû. Mirov ji sohbet û axaftina wê têr nedibûya.

Ji siyasetê heta pirsên civakî di her babetekî de gelek berfireh xwedî dîtin û tecrûbeyek mezin bû. Xanimek nazik û bi zerefet bû. Mirov pê dihesiya ku çikasî hij insana dike, kurd li balê gelek girîng bûn.

Usema xanim  ji berî salekî di encama nexeşîyekî de keça xwe Rewşen winda kirûbû. Vê bûyerê bandorek mezin li ser jiyan û tenduristiya Usema Xanimê kir. Xem û êşek mezin dikişand.

Herî dawî dema me li Hewlêr xatir jê xwestin, hevî  ewbû ku em cardin li Hewlêr hevbibînin. Lê mixabin jiyana tehl û gelek carna jî bê edalet ew ji nav me bir.
Nûçeya koçkirina Usema Xanim gelek lê gelek tehl bû. Lê jiyan ev e.

Usema xanim ji kîs me gelekan çû. Bila hezar cara rehmeta xwedayê mezin lê be. Bila cihê wê biheştbe.
Gelo di vê derbarê de mirov dikare çi bêje Sînemxan.

Bila xwedê sebrê bidê Sînemxan.

Êşa me yeke û em şirîkê xem û qedera Sînamxanê ne.

Bila di serî de seê Sinemxan yê me hemûyan ,yê gelê Kurd saxbe…

25.8.2013

Dara Bilek

Back to top button