Civak

Useyma Celadet Bedirxan koça dawî kir

Îro 24.08.2013 li Qahîreya paytexta Misirê Useyma Bedirxan keça Celadet Ali Bedirxan û Rewşen Bedirxan û xuşka mezina Sînemxan Bedirxan koça dawî kir.

Useyma Bedirxan ku ji bo demeke kurt serdana keça xwe ya li Misirê (Şîrînxan) kiribû ji ber nexweşiya xwe demjimêr 20:30 an de li Qahîreya paytexta Misirê koça dawî kir.

Taziye ya xwedê jê razî wê li mala Sînemxan Bedirxan ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bê kirin û taziye wê heya sê rojan berdewam bike…

Em bi navê Rojeva Kurd serxweşiyê ji malbata Bedirxan re dixwazin û xwe hevparê kovan û xema wan dizanîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn ku sebir û aramiyê bide hemû kesûkarên wê û cihê xwedê jê razî bibe bihûşta fireh. (Em ji xweda hatin û emê dîsa vegerin xweda) 

Back to top button