Nirxandinek li ser pêvajo û lêgerînên nû II

Her ku di konjukturê de guhertinên girîng çê dibin, li Kurdistanê jî enerjiyeka lêgerînên siyasî jî bi xwe re tîne. Pêla yekê di salên piştî hilweşandina rejîm Baasê li Îraqê rû dabû. Salên dumahîk li Kurdistana Bakur bi lêgerînên bo alternatîfeke nû ya siyasî, derbas bibûn. Lê mixabin ji lêgerînên ku niha mirov nikara navê wan bibîr bîne, hîç yek jî neçû serî. Welê bû ku êdî mirovên dilsoz û bi rastî jî bi pêwestiya alternatîfeke nû bawer dikirin û her lêgerîneke nû li ba wan dibû sebebê kelecanekê, hêvîşikestî bûn. Hevalên ji kevneşopiya DDKDê jî ji sala 2005an û vir de di nava lêgerînan de ne. Yek ji wan heta niha bi qasî ku karibe di ber berbirsiyariyên xwe re rabe, biser neket. Lazime bê destnîşankirin ku krêdiya ji xwe bo her kesî kêmbû ye li ber xelasbûnê ye. Gavên ji niha pê ve li ser her kesî hesasiyeteke mezin ferz dike. Êdî ne ji aliyê etîk û ne ji aliyê baweriyê em nema karin bêjin, ev car jî nebû, ka careka din.

Civîna DDKDyiyan encam û perstpektîfên wê
   
Di destpêkê de divê bê destnîşankirin ku xwebinavkirina vê lêgerînê çewt û qels e. Hewldana DDKDyiyan xwe weka ‘ Projeyeka siyasî ya nû’ binav dike. Lê proje- bi latinî proiectum- xebat û çalakiyên destpêk û bidawîbûna wan diyar e. Proje, kar û şuxlên pir berbiçav û beriya destpêkê binavkirî, dide ber xwe û bi radeya wext ve girêdayî ye. Pirayiya projeyan bo du salan herî zêde jî bo çar sala ne. Taybetmendiyeke din ya projeyan ev e ku, jiber kar û armanc ji destpêkêve hatine destnîşankirin, di encamê de mihasebeyeke pir zelal dikare û divê bê kirin.

Ji beşdarî û minaqeşeyên piştî vê civînê berbiçav dibe ku hêvî û bendewariyên ji vê civînê zêde ne. Êdî bû ye karekterek me ku em zû li tiştan germ dibin, welê zû jî ji wan sar dibin. Di navbera hêvî û hêvîşikestinê de mesefayeke pir kin heye. Jiber vê yekê pêwist e em hîn bibin bi aqlê selîm û bi sebir tev bigerin. Ne rûdanan biçûk bikin, ne jî ji adetê wêdetir mibalaxe bikin. 

Ji aliyê pirsa ev civîn bo çi bû û DDKDyî konsepteka çewa didin ber xwe, ne zelaliyek tê dîtin. Helbet behs ne behsa naverok, perspekîf û stratejiya programatîk ya lêgerînê ye. Tê fêm kirin bê çima li ser van xalên girîng ku dê karekter û şêweya xebat û tekoşîna pêşiya me taîn bikin, bitefeûrat nehtiye rawestandin. Ne zelalî di hizir û bendewariyên kadroyên DDKDyî de heye. Hizra avakirina partiyek legal ya nû, beriya civînê jî di nava banger û beşdarên civînê de hebû. Piştî civînê ev daxwaz û armanc hinek qels bû, lê hê jî beşek ji banger û beşdarên civînê welê difikirin. Biserhevanîna an jî li ser mîrata kevneşopiyan xwe ji nû ve reoraganîzekirina rêxsitinan ji mêjda ye di rojeva kadroyên kurd de ye û hatiye ceribandin. Ev ceribandin biser neketin.

Li aliyê dinê biserhevanîna grûbên xwedî kevneşopiyekê jî hate ceribandin û ew jî biser neket. Bi baweriya min sebebê biserneketina herdu ceribandinan jî heman sebeb in. Rêxsitinek bi tenê bi daxwaza hin kesan birêve naçe. Bo rêxsitineke çalak, xwedan vizyon û konsept dînamîzm lazim e, perspektîfên nû lazim in, mirovên dilsoz, fedekar, kêrhatî û xwedî enerjî lazim in. Em hemû dizanin ku kar û xebatên rêxistinî ne ji aliyê bi rêxsitinê bixwe ji aliyê mirovên birêveber, kadro, endam û alîgirê rêxstinê têne meşandin. Pirsa kadroyên bihev û bi xwe bawer û li ser konseptekê lihevkirin şertên wisa ne ku bê wan xebata birêxsitinî nabe. Hema hema li hemû welatan xebata siyasî û birêxistinî weha dest pê kiriye.

Li paş kadroyên tevgerên salên 1970-1980yî tecrubeyeke çend salan heye. Ji bilî PKKê, temenê rêxsitinên me –ew jî heta fonksîyonel bûn- 7-8 sal in. Ev 35 sal di ser da derbas bûne lê hêjî vîzyona gelekan ji me di wan 7-8 salan de asê bû ye. Ev yek bi serê xwe handîkapek e. Ne hewceyî gotinê ye ku ji her rêxsitinê hê mirov û kadroyên dilsoz, kêrhatî xwedan tecrube pakij, bi doza kurd û Kurdistanê ve girêdayî mane. Lê enerjî û refleksên bikaribin dînamîzmeke nû derxin  di derceyeke minîmal de ne.

Dîsa mirovên ezmûneke qenc li paş xwe nehiştine jî ne kêm in. Ên bêyî rêxsitina xwe agadar bikin, dev ji berpirsiyariyên xwe berdane, ên teslîm bûne, ên ketine nava têkiliyên qirêj, ên ji bo dev ji karê rêxsitinî berdin, rêxsitina xwe parçe parçe kirine, ên dema şert û mercên dijwar li hevalê xwe ne pirsiye, ê derî li hevalê xwe venekriye,  di vê kategoriyê de ne. Çaxê em behsa kevneşopiyekê bikin û yekta pîvan aîdîyeta bi vê an wê kevneşopiyê be, ne mumkin e ku rêyek bo jihevveqetandina kadroyên bi taybetmendiyên pozîtîf û ên negatîf mumkin be. Her kesê hiqûqekî wê bi wê kevneşopiya behs tê kirin, çêbûye, bi qasî herkesek dinê mafdar e. Heman tişt di nava grûb û rêxsitinên hebûna xwe didomîne de jî heye. Mihasebeyek ku karibe mirovên saxlem û riziyayî ji hev veqetîne pêk nehatiye.

Li aliyê dinê cudayetiyên îdeolojîk ku 30-35 sal berê pir girîng ! bûn, îro bêqîmet bû ne. A dimîne, ji kîjan kevneşopiyê dibe bira bibe, biserhevanîna kadroyên pakij û hê li ser piya ne. Ev nayê wê wateyê ku me pêdivî bi yek rêxsitinê tenê heye. Em behsa civakeke pirdeng û pirreng dikin û helbet wê rêxsitinên cuda hebin. Em behsa israra meşandina siyasetê li ser cudatiyên sîh sal berê dikin. Temenê jiyana min ya birêxsitinî ya di nava DDKDê de sê sal in ku heta Pêşengê bînim, 16 sal in, lê 25 sal e hin hevalên ji kevneşopiya KUKê, KUK-SEyê, Kawayê û TSKê dinasim ku me baweriyeke zêde bi hevdu aniye. Îro tu sebebê, ez rabim ferqê têxim navbera wan û DDKDyiyekî nîne. Ev yek ji bo gelek kadroyên kevneşopiyên dinê jî wilo ye. Jiber van sedeman zemîna kevneşopiyê him teng, him ji derdê me re ne derman û him jî ne bishet e.

Meyla din ku bi qenaeta min heta dereceyekê rastir e, pêşiyê biserhevanîna potansiyela kevneşopiya DDKDê û paşê bi kadroyên ji kevneşopiyên dinê re bi hev re lêgerîna pirsên divê em di vê pêvajoyê de çi bikin û çewa tev bigerin. Ev neyt, neyteke qenc e û lê jiber pir ne zelal û xwedî disîplînek be jî, konseptek hate diyarkirin, ji niha ve biarîşe ye.

Heke DDKDyiyên piştî vê civîne bi hev re tev digerin, heta tê xwestin di pêwendiyên bi kadroyên ji kevneşopiyên dinê re ne mutevazî, ji disîplîna grûbiyê dûr û bo konsesusê ne amade bin, dê lêgerîneke hevbeş gelekî zehmet be. Di vî warî de berpirsiyarike mezin dikeve stûyê DDKDyiyan. Tiştek dinê  gelekî girîng e ku DDKDyî weka grûb tev negerin. Divê kadro û şexsiyetên bi hev re li rê û rêbazan bigerin azad û weka hev bin.

Divê neyê jibîrkirin ku de ruhê grûbtiyê dê mêzina wekheviyê xira, sînorên azadiya kadroyan teng bike. Civînên ji niha û pê ve divê civînên kadroyên azad, ne di nava tu disîplînekê de û di şert û mercên wekhev de pêk bên.

Di vê dema gelek siyasetmedar, rewşenbîr û kadroyên ji rewşa heyî ne razî û di baweriya pêwistiya tevgerek nû de ne, bi dehan partî, rêxsitin û tevger li Kurdistana Bakur xebatên xwe yên siyasî dimeşînin. Her yek ji wan xwedî program û konsepteke siyasî ye. Cudatî û ferqiyetên navbera wan sebebê hebûna wan in. Biserhevanîna sed, dused, pêncsed kadroyên kevn têra dexsitina dînamîzmeke nû nake. Ferz e ku dînamîkeke nû bê peydakirin û kadroyên kevn amade bin  bi tecrube û zanyariya xwe di xizmeta vê dînamîzmê de bin û jê re nebin asteng. Ferz e ku tevgera nû bi stratejî û kensepteke nû tev bigere. Ferz e ku tevgera nû ferq û cudatiyên xwe yên ramanî, ên rê û rêbazên xebat û tekoşînê bi rêxsitinên heyî re zelal ber biçav bike. Ferz e ku tevgera nû pêwistiya bi xwe berbiçav bike.

Piştî van têbiniyan dil dikim derheqê perspektîf û pirsên rojevê de fikrên xwe bibêjim. Tevgerên Kurd û Kurdistanî ji destpêka salên 1970yî bo konsepta, Kurd miletek in, Kurdistan welatek e û di navbera çar dewletên kolonyalîst hatiye parçekirin û dagirkirin, tevgeriyan. Cîhê şanazî û sebebê serbilindiyê ye ku îro parçayek ji welatê me azad û xwedî statu ye. Parçeyek dinê ê welatê me bi derfeteke dîrokî rû bi rû ye. Hêvî û daxwaz ev e ku miletê me li Kurdistana Rojava jî bighêje mafên xwe û bibe xwedî statu û di siberoja Suriyeyê de bibe xwedî gotin û rol. Lê li gel guhertinên siyasî û konjulturel di rewşa Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojhilat de tu guhertinên ku em tesbîta kolonyalîstbûna dewleta tirk û îranî ji nûh ve binirxînin, pêk nehatine.

Dewleta tirk û dewleta Îran bi hêzên xwe ên eskerî, bi aboriya û serweriya xwe her du parçeyên Kurdistanê bêriza miletê kurd, dagir kirine û vê pozisyona xwe bi israr didomînin. Jiber vê yekê pêwendiyên van her du parçeyên Kurdistanê bi her du dewletên binavkirî, pêwendiyên kolonî û kolonyalîstan, pêwendiyên welatek dagirkirî û dagirkeran ne. Ez di wê baweriyê de me ku hemû stratejî, konsepetên siyasî û bergehên ramanî divê li gorî van rastiyên dîrokî bêne avakirin.

Pirs pirsa milet û welatekî ye

Max Weber, etnîsîteyê weka konsepta mirovên bi heman taybetmendî û xusûsiyetên çandî, zimanî û olî xwe ji grûbên dinê cihê dihesibînin, binav dike. Ji xwe etnîk ji bêjeya ethnosa yûnanî tê û tê wateya gelê biyanî, gelê ne ji me. A rastî ev e ku her grûba etnîk heta dereceyekê grûbên dinê ne ji xwe û biyanî dibîne, an jî ew ji bo ên dinê biyanî ye. Di serdema modern de bêjeya etnîkî bi têgîneka siyasî û mafparêzî tê bikaranîn.

Bingeha staratejiya etnîsîtêtê li ser sedemnîşandana kaneyan, daxwaz û mafan, tê avakirin. Armanca vê staratejiyê jî meşrûtiyeta biserêxwebûna siyasî ye. Têgîna milet û miletbûnê, kolektivitêta di têkiliyên xwe yên bi dîrokê, bi çandeke xwedî sîstem û maneviyeta hevbeş ji grûbeke etnîkî, stabîltir û bicîh û wartir e.

Cîhê şanaziyê ye ku dewrana minaqeşeyên < kurd hene, tune ne, milet in an ne milet in> li paş me maye. Dîrok şahid e ku miletê kurd bi kêmanî sê-çar hezar sal e li ser vê xaqê ye, xwedî zimane, xwedî çandeke kollektîf  û di nava xwe de bidisiplîn e. Helbet li devera kurd li ser erdeka li ser hev lê dijîn, ji aliyê demografik weka gelek deverên cîhanê ne stabîl û statîk e.

Di dîrokê de ji sebebê şer an kesaretên xwezayî li vê erdnigariyê cîhguhertin û koçberiya êl, eşîr û gelan hatiye dîtin. Hin kewm mixabin hema hema bi temamî ji dîrokê vekişiyane, lê kurd kêm zêde li vê devera niha jê Kurdistan tê gotin jiyan e. Kurd xwedî xaq e û li ser xaqaka xwe ye. Kurd ne macir e, ne koçber e û ne jî xwe avêtiye bextê miletekî dinê. Faktên ku Kurdistan bi peymana Lozanê û bi paydariya welatên rojava hatiye parçekirin û ji aliyê Titkiyê, Îran, Surî û Îraqê hatiye dagirkirin, nikare rastiya ku kurd xwedî welatek in ji holê rake, an jî vê rastiyê qels bike.

Naxwe bi navkirina pirsa kurd, şaş e û ne beramberî pirsa miletek û welatekî ye. Heke welatek bêyî riza û îradeya gel an miletê li ser wê xaqê, hatibe dagirkirin, êdî pirs, pirsa ji dagirkeriyê rizgarkirina wî welatî ye. Pirs, pirsa çarenûsa miletekî ye.
.


Dewletbûn mafê miletê kurd e

Di arîşe û konflîktên ji sebebê etnîkî û netewî de çareseriyên cuda hene. Di dîrokê de di çarçoveya  tixûbên dewleta serdest de otonomî, weka du dewletên weka hev federasyon û jihevveqetandin weka çareserî hatine dîtin. Bêguman awayê çareseriyê ji aliyê gelek faktoran tê taînkirin. Nifûs, rewşa aborî, stabilîtêta grûba etnîkî, karekterê nasnameya etnîkî, konjuktur, giringî û negiringîya erdnîgariyê, pozisyon û berjewendiyên dewletên cîran û di wê serdemê de xwedî gotin, li gorî xwe rol dileyizin.

Bêşik û minaqeşe tê qebûlkirin ku Kurd îro bi nifûs û erda xwe miletê herî mezin e ku nexwedî dewleteke serbixwe ye. Nifûsa kurda, nifuseke ciwan û dînamîk e. Heke em nîsbeta zêdebûna nifûsa ber çav bigrin, dê du 20-salên pêşiya me de nifûsa kurda ji 50 milyonî derbas bibe. Çi sîstema cîhanê, çi şert û merc wê nikaribe, li nifûseke ewqas mezin, li miletek bi her awayî dê bikaribe têra xwe bike, bêdewletbûnê ferz bike.

Stratejiya dewleta tirk ku ev 90 sal in li Kurdistana Bakur dihate meşandin û li ser înkara hebûna miletê kurd, asimlasyona kurdan hatibû avakirin, asimlasyoneka li hemberî hişmendiya me jî dabû ber xwe. Bi salana bi îdîayên < Kurd nikarin xwe bi xwe îdare bikin, kurd di dîrokê de nebûne dewlet> di hişmendiya me de bêbaweriyeke mezin bicîh kirin. Niha ku tê dîtin li cîhanê etnîteyên nifûsa wan 30 hizar, 300 hizar, sê milyon jî bûn xwedî dewlet.

Li Afrîkayê êl û eşîr jî bûn dewlet, vê carê bi îdîaya; < Dawî li dema dewletên neteweyî hatiye> êrîşên nû tînin ser hişmendiya me. Hizar car heyf e ku ev îdîa ji aliyê beşek mezin ya siyaseta kurd jî tê paraztin. Divê bê gotin ku ji aliyê siyasetmedarû birêveberên hêzên kurd gotina vê îdîayê, ji ya tirkan zêdetir di nava kurdan de dibe sebebê qebûlekê. Di rastiyê de xwediyê vê fikrê sed ji sedî stratejîstên tirk in. Û a di nava kurdan de tê dîtin jî teslîmeyeta hizrî û ramanî ye.

Fakt û rûdanên van 20-25 salên bohirî, berbiçav dikin ku îdîaya Dawî li dema dewletên neteweyî hatiye nerast û ne dicîh de ye. Ya xirabtir em ewqas famkor bûne ku em nikarin tê bighêjin ku ev yek tenê ji bo kurdan tê gotin. Tirk û kurdên li hemberî dewletbûna miletê kurd dertên, dewletbûnê weka daxwazeke pirîmîtîf didin ber me, li Kosovayê dewletbûna bosniyan, li Filistînê dewletbûna filistîniyan, li Kibrisa Bakur ku di bin dagirkeriya tirkan de, dewletbûna tirkên -ku ne helên Kibrisê ne- paraztin, diparêzin, heta bo dewletbûna wan bûn teref.

Di van 20-25 salên dawî de, li Ewropya Rojhilat û navîn, li Afrîka û Asyayê dora 25 dewletên nû hatin damezirandin. Li Sovyeta kevm, li Yoguslavya û Çekoslovakyayê Federasyon û heremên otonom belav bûn. Federasyon û hin heremên otonom, qîma xwe bi statuyên xwe nema anîn, cihê bûn û bûn dewlet.

Çima statu û statuyeke çewa ?

Cîhana global hatiye radeyek û ketiye pêvajoyekê ku ziman û grûbê etnîkê yên ji aliyê siyasî û aborî qles in, bi lez ji holê radike. Saziya çandîya Neteweyên yekbûyî UNESCO di raporeke xwe de berbiçav dike ku salê bi dehan ziman dimrin û bikarhênerên wan zimanan jî bêrih dibin. Dîsa di heman raporê de tê destnîşankirin ku di dawiya sedsala em tê de dijîn, nêviyê 6000 zimanên niha zindî ne, dê bimrin.

Civaknas di navbera paraztina ziman û misogeriya mafê jiyanê ên grûbên etnîkî û statuyê de pêwendiyeke xurt dibînin. Cara pêşî di pêvajoya damezrandina dewleta Îsraîlê de têgîna Mafê Jiyanê –Existence Right- kete lîteratura siyasî. Di siyaset û hiqûqa navneteweyî de egera damezrandina dewleta Äsraîlê, misogerkirina Mafê Jiyanê ye. Naxwe pêwistiya her miletî û ya miletê kurd jî bi misogeriya Mafê Jiyanê heye û ev maf bi statuyekê girêdayî ye.
Tevgerên rizgarîxwaz ên Kurdistanê li her parçeyê Kurdistanê di şert û mercên cuda de, çareseriyên cuda ji xwe re kirine armancên stratejîk.

Her sê çareseriyên konfilîktên etnîkî bidawî dikin jî ji aliyê hêzên kurdistanî ve hatine xwestin û paraztin. Li Kurdistana Başûr bo otonomiyê 40 sal şer hat meşandin, di şert û mercên musaîd de tevgera kurd stratejiya xwe guhert û doza Federalîzmê kir û bûn federasyon. Îro serokê Kurdistana Başûr dewleteke serbixwe tîne rojevê. Li aliyê dinê PKKa 30 sal li Kurdstana Bakur şerê çekdarî meşand dev ji stratejiya destpêkê berda, behsa otonomiyê dike. Helbet di şêweya çareseriyê de tercîhên hêzên siyasî jî dikarin hebin. Tê dîtin ku ev tercîh dikarin bêne guhertin. Sedemek ev, lê a girîngtir; daxwaza di şert û mercên azad de referandûmeke ku dê tercîha miletê kurd destnîşan bike, ji tercîh û armancên programatîk ên hêzên siyasî, pêşdetir e.

Çaxê em behs û doza şert û mercên azad dikin, em behsa azadiyeke rasteqîn û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê dikin. Kurdistaneke yek leşker û leşkergeheke  ordiya tirk lê be ne azad e. Referandûma Kosovayê, ya Darfûrê çewa bûn, pêwsit e ya Kurdistanê jî welê pêk bê. Tenê piştî referandûmeke wisa dikare bê gotin ku miletê kurd tercîha xwe ya azad kir.

Şefîq PÊŞENG

Nerîna min :