Nijad Ziman Ol

 

Gotinek di nava xelkê de heye, pir kesên ku xwe oldar dihesibînin hertim weha dibêjin: ”Pşî ez bisilman im, piştre jî ez (mesela) Kurd im.”

Îcar divê ev pirs ji van kesan bête pirsîn: ”Gelo Xwedayê mezin pêşî te afirandiye yan ola te?”

Bêguman kesê ku bi zanîn ola xwe fêm kiribe û zanibe ku mêjûya olan çiye, ol çewa derketine holê, ango pêxemberên Xwedê ji Adem heta Mihemed Pêxember (xxxl) çewa li pey hevûdu hatine û ola ku ew pêxember pêşewayê wê bûne û ku wan çewa fermana Xwedê û bi çi zimanî ji xelkê re gotine, bêguman ew kesên wisa dê pêşî xwe bi nijada xwe bidin naskirin û hêj dê behsa navê ola xwe bikin. 

Afirandina mirovan bi vî hawayî çêbûye: Xwedayê mezin pêşî erwah (rihan) afirandine û piştre Xwedê hêj nû bedena (Adem) mirovan afirandiye. 

 

PÊŞÎ NIJAD AFIRIYE

Piştî ku Xwedê mirov afirandine, çewa ku Xwedayê mezin di Qurana pîroz de jî gotiye: “Ya eyyuhennas, inna xeleqnakum min zekerin we unsa, we ce´elna kum şu´ûben we qebaîlen li tearefû.” (Suret: Hucurat, Ayet 13).

Wateya Ayetê weha ye: Gelî mirovan! Me hûn ji nêr û mê afirandine û we gerrandine qebîle û neteweyên cuda da hûn êkdu binasin. 

Li gor vê Ayetî, dive mirov pêşî nijada xwe binase.

 

PIŞTRE ZIMAN AFIRIYE

Madem piştî ku Xwedayê mezin her mirovekî bi nijadeke cuda afirandiye û wî daye naskirin, îcar Xwedê bi kerema xwe zimanek jî ji bo endamên wê nijadê afirandiye. Çewqa ku Xwedê bi vê Ayeta pîroz gotiye: “We min ayatihî xelqus-semawatî wel erdî, we ixtilafû el sînetî kum we elwanî kûm, inne fî zalîke le ayatîn lîl ´alemîn.” Sûret: Rûm. Ayet 22. 

Wateya Ayetê weha ye: Xelkê asîman û erdê ji ayetên min in. Zimanê we û rengê we ji êkdu cuda ye. Bêguman ev cudatî bo alemê ji ayetên min in.

 

HÊJ OL DERKETINE HOLÊ

Piştî ku mirov ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin, û ku Xwedê ji bo her yekî zimanek û çandek bo wan kerem kiriye, îcar Xwedê pêxember ji bo wan miletên cuda hinartine, çewa ku di vê Ayetê de jî gotiye: “We ma erselna min resûlîn illa bi lisanî qewmî hî, lî yûbeyyîne lehum…” Sûret: Îbrahîm. Ayet: 4.

Wateya vê Ayetê jî weha ye: Bêguman me pêxember nehinartiye îla bi zimanê wî miletî, da jê re beyan bike.

Xwedayê mezin 124 hezar pêxember (nebî) hinartine, ji wan 313 xwedanumet bûne. Her pêxemberek (an her çend pêxember) ji bo miletekî hatiye/hatine hinartin. 

Mesela niha li navçeya Egila girêdayên bi Amedê ve, gora neh pêxemberan heye. Gora Nûh Pêxember jixwe li Cizîra Botanê ye. 

Gelo ji van deh pêxemberan, çend Kurd bûne?

Çi kesê bawermend eger înkara gotinên Xwedê bike, ew kafir e. 

Li gor van ayetan, nexwe zimanê Kurdî jî ayetek ji ayayatên Xwedê ye. 

Îcan ev e 85 sal in ew kesên ku vî zimanî înkar kiribûn, bi mercê ku niha dipejirînin, divê ew ji nû ve Eşed bi nave Muhemed bînin û ji Xwedê daxwaza lêborînê bixwazin.

Hêvîdar im ku bawermendên Kurd, Tirk, Ereb û Faris ji xeletiyên xwe vegerin ser riya rast û xeletiya xwe ya ku di Sedsala Bîstî de kirine, nekin bûjena Sedsala Bîstûyekê.

Xwedayê mezin hemû kesên şaş vegerîne ser riya rast.  

 

Zeynelabdidin Zinar

Nivîskar/lêkolîner

[email protected]

 

 

 

 

 

Nerîna min :