sêyemîn roj a kongreya zanistî li Hewlêrê

 

 

 

Di sêyemîn roja kongreya zanistiya cihanîya kurdî de ku, hijmareke lêkolînên zansitî hatin pêşkeşê kirin, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Sîrwan Baban wezîrê çandiniyê û çavkaniyên avê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û hijmareke berprisên îdarî û saziyên hikûmî amade bûn.

Di roja sêyemên a kongreya zansitî de:

– Almas Hîşmetî, ji welatê Koreya Başûr, lêkolîneke bi navê (stratejîya geşepêdana herêma Kurdistanê) pêşkeş kir

– Nizar Resûl, ji Almaniyayê, lêkolîneke aborî bi navê (stratejîya geşepêdana aborî bo binyatdanana infrastruktura herêma Kurdistan heta sala 2030) pêşkeşê kir ku, tê de behsa giringiya bikaranîna teknolojiya nû di warê aborî û tora civakî de. Wî herwesa behsa çewaniya berdestkirina çend fakterên pêwîst bo îstîqrara siyasî, emniyet û pêşxistina çiyanên mirovî li herêma Kurdistanê kir.

– Nebez Xeyat, ji Koreya Başûr, lêkolînek li ser tesîra mînan li ser aboriya herêma Kurdistanê pêşkeş kir ku, tê de behsa hebûna mîn û çekan weke hokarên rêgiriyê li hember vejandina aboriya herêma Kurdistanê û xeteriya wan li ser jiyana xelkî û çewaniya çareserkirina wê pirsê kir.

– Hogir Fatih Resûl, ji Swêdê, babetek li ser rola teknolojiya mîkanîk bo dirustkirina welatekî pîşesasî û modern kir.

– Niyaz Barzanî babetek li ser giringiya dewleta serbixww bo kurdan li Îraqê pêşkrş kir.

– Sayît Kêskîn, ji Brîtaniyayê, babetek bi navê (hikûmeta herêma Kurdistanê ji binyatdana netewî bo binyatdanan dewleteke netewî) pêşkeş kir.

– Mayîkel Ganter di lokolîna xwe de siyaseta grûpa kurd li Tirkiyeyê nirxand.

– Marîna Karon behsa siyaseta derve a hikûmeta Tirkiyeyê li hember hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

– Mahir Ezîz lêkolîneke bi navê (Hevbesşkirin di desthilat p pêngavên demokrasiyê li herêma Kurdistanê ji sala 1998ê heta sala 2012ê) pêşkeş kir.

 

 

 

Nerîna min :