DosyaRojev

Niha jî dixwazin deriyê Pêşxabûr vebe!

Pênc partî bi Mezlûm Kobanî û Balyozê Amerîkî re civiyan

Ji bo çareserkirin krîza daxistina deriyê Sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, hejmarek partiyên Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) destpêşxeriyek kirine û li gel her yek ji Mezlûm Ebdî, Fermandeyê Giştî yê HSD û Matthew Pearl, cîgirê şandayê taybet yê Amerîka bo Sûriyê civiyane.

Mihemed Mûsa, Sekreterê Partiya Çepa a Kurd ku yek ji endamê wê destpêşxeriyê bûye, ji Rûdawê re navroka hevdîtina li gel Fermandeyê HSD aşkere kir.

Mihemed Mûsa, Sekretê Partiya Çep, dibêje, “Civîna me gelek erênî bû û birêz Mezlûm Ebdî gelek erênî bû û kiryara hatiye kirin xerab dît.”

Mûsa her weha ji Rûdawê behsa naveroka hevdîtina li berpirsê Amerîkî kir.

Mihemed Mûsa, Sekretê Partiya Çep, dibêje, “Me Balyozê Amerîkî jî kir û baş li me guhdarî kir. Me daxwaz kir ku Amerîkî rolekê bilîzin. Tişta hatiye kirin xelet e lê ne asayî ye ku li beramber wê milet bê cezakirin.”

Partiyên beşdarî civînê bûne:

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî)

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî

Tê zanîn ku demek dirêj hinek jin û ciwan bi fermana PKKê li ber Deriyê Sinorî yê Sêmalka bi organizekirina PYDê li dijê PDK û hukumeta herêma Kurdistanê xwepêşandan dikiran û bi hemû cureyî dijitiya nirxên netewî dikiran. Ev bi mehan berdewam bû. Ne Mazlum Ebdî û ne jî partiyek ku vê civînê de amade bûyî deng dernexistin û ev çalakiya bê wate û zerer dihda hemû cûreyên ahenga deriyê sinor tu awayî şermezar nekirin. Ji ber ku ev bi xwe jî beşek ji vê çalakiya qirêj bûn.

Mazlum Ebdî û ev 5 partî dema “Tevgere Ciwanên Şoreşger” ku milîsên çekdarên PKKê ne, êrîşê deriyê sinor kirîn û bi kevira hinek weseteyên hukumeta herêma Kurdistanê şkênandin,kesekî dengê xwe dernexist.

Raste girtina deriyê Sêmalka gelek zererê dide civata rojavayê Kurdistanê, lê ev yek gelek bi zelalî ji aliyê PKKê ve hate organîze kirin û îro jî bi heman leyiztikê van partiyan rêdikin ba Amerikayiyan .

Siyasetek qirêj tê rêvebirin, kî çewe dibe malzeme ji vê siyasetê re li himber nirxê berjewendiyên gelê Kurdistanê xiyanetê dike.

Back to top button