
Li parêzgeha Babil ya Iraqê di şerê navbera hêzên ewlehiyê û tohmetbarekî terorê de herî kêm 20 kes hatin kuştin.
Duhî li gundê Reşadî yê bajarokê Ceble li parêzgeha Babil ya Iraqê, di navbera hêzên ewlehiyê û tohmetbarekî terorê de şer û pevçûn derket.
Li gorî agahiyan, dema hêzên ewlehiyê dixwastin wî tohmetbarî bigirin, tohmetbar bi çek rûbirûyê wan dibe û hêzên ewlehiyê jî bi heman rengî bersiv didin.
Piştî ku çend kes ji hêzên ewlehiyê birîndar dibin, hêzeka taybet hewla girtina wî tohmetbarî dide lê ew jî nikarin û tohmetbar endamên malbata xwe gulebaran dike û herî kêm 20 kesan ji wan dikuje! Tê gotin gelek ji wan zarok û jin in.
Di dawiyê de jî nekarîne wî tohmetbarî bigirin.
Wezîrê navxwe yê Iraqê ferman daye lêkolînek berfireh li ser wê rûdanê bê kirin.