Dosya

NI: Piştî yekbûna Kurdan li Rojava Amerîka danustandinên Kurd – Tirk destpêdike

Kovara The National Interest ya Amerîkî babetekê di derbarê guftûgoyên di navbera Kurd li Rojavayê Kurdistanê belav kiriye û dûpat li wê yekê dike ku nabê êdî nakokî li wan navçeyan hebê û piştî yekxistina Kurdan jî danustandinê li navbera Kurd û tirkiye jî bi serpereştiya Amerîka destpêdike û wekî beşeke ji çareseriya siyasiya wan navçeyan ku bi aramî bimîne.

Berpirsên Wezareta Derveyê Amerîka dûpat li wê yekê dikin ku danustandinên di navbera her dû bereyên Kurdî hengavên baş avêtine û eve jî qonaxa yekema aştîvaniya aliyên nakokane li Sûriye û dawî anîna bi kêşeyên Sûriye li rêya guftûgoyên siyasî û dawiyê jî dûrxistina Beşar Esed dibê ji desthilatê.

Kovar nivîsiye Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka çendîn caran hewla pêkanîna guftûgo û danustandina di navbera tirkiye û Kurdên Bakûrê Sûriyê daye, lê belê hemû carê ew prose şikest aniye, ji ber ku tirkan hêceta PKK xistine rû. Ji bo wê yekê vê carê Amerîka li navxweya Kurd ve destpêkir û wan bi tevahî yek dixe û wan ji ideolojiyên siyasî dûr dixe û paşê dijminayetiya tirkiye ji bo Kurdên Sûriye bi dawî tîne.

Back to top button