Nexşeya parlamentoya nû a Îraqê
Li gor encamên destpêkê yên ne fermî nexşeya parlamentoya nû a Îraqê dê bi awayê li jêr be:
Îtîlafa Dewleta Qanûnê a bi serokatiya Nûrî Malkî 91 kursî.
lîsteya Îraqiyea bi serokatiya Eyad Elawî 88 kursî.
Îtîlafa Niştimaniya Îraqî a bi serokatiya Emar Al-Hekîm 68 kursî
Hevpeymaniya Kurdistanî 40 kursî
Lîsteya Goran 9 kursî.
Yekgituya Îslamîya Kurdistanî 5 kursî.
Îtîllafa Yekêtiya Îraqê 3 kursî.
Komeleya Îslamiya Kurdistanê jî yek kursî.
15 kursî li ser van kursiyan tên zêdekirin, 8 ji bo kêmneteweyan ku ji wan 5 bo kirîstiyana, yek bo sabiyî, yek bo şebekan û yek jî bo êzidyan. Heft kursiyên di mînin jî kursiyên tawîzî ne û dê li ser wan qewareyên serketî bên dabeş kirin.
Bi vî awayî kursiyên kurdan li Bexdayê 56 kursî ne. Yek kursiya mesîhîyan, yek kursiya şebek û yek jî a êzidiyan li ser zêde dibe, ango bi tavayî dibin 59 kursî, ji bilî kursiyên tawîzî