Civak

Firokeyên tirka Kurdistan bombebaran kirin

Duhok –Nihêle û Nêrwe Rêkan girêdayê qezaya Amêdîyê ne û deverên AvaŞîn, Nihêlê, NêrweRêkan û gundên Zilîn û Sêriyan jî, bûn armanca bombebaranên tirkan.

Jêderekî berpirsyarê hêzên pasevanên sînor yê devera Amêdîyê ji PNA re da xuyakirin, ku ji nîvrojê ve firokeyên supayê Turkiye van deveran bombebaran dikin û xelkên evan devran di nava tirsek mezin de ne.
Her vî jêderî weha jî da xuyakirin, ku heta niha ti ziyaneka giyanî ji vê bombbaranê çênebûye, belê ziyanên mezinên keresteyî (maddî) gihijtine xelkên van gund û deveran.

Back to top button