Civak
Newroza 2016an bila bibe destpêka çareserîya siyasî li bakurê Kurdistanê
Gelê Kurdistanê li çar alîyê welatê me bi hêvîya destkeftîyên nû û pêşdebirina têkoşîna netewî
pêşwazîya Newroza 2016an dike.
Li Bakurê Kurdistanê em cardin vedigerin salên 90î. Dewlet ji bo çavê gelê me bitirsîne,jibo
hişmendîya Kurdistanî bifetisîne, rê û bingeha xebata siyasî têk bide, şerek destpêkiriye. Duhî Farqîn,
Varto, Cizîr, Herzex, Silopî, Dêrik bû; îro Şirnex, Nisêbîn û Gewer e. Kuştin, girtin bûye bûyerên rojane.
Her roj çend cendekên xortên me tên rakirin.
Lê mixabin PKK jî bi siyaseta xwe ya şaş rê li ber siyaseta Dewleta Tirk vedike. Şerê li nav bajaran
zerareke mezin daye doza gelê me, daye welatê me. Gelek destkeftiyên gelê me ji holê radibe.Û PKK
hîna jî ji vê siyaseta şaş venagere.
Tirkîye bi qedexekirina Newrozê jî vegerîya salên 90î. Ji 1995an vir de ku Newroz bêyî qedexe dihate
pîroz kirin, îsal li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkîyê hate qedexekirin. Mîtînga partîya me ya ji
bo pîrozkirina Newrozê li bajarê Batmanê hate qedexe kirin. Ligel qedexekirinan, dîsa jî miletê Kurd
cejna xwe ya netewî bi rengê cuda be jî dê her pîroz bike.
Biryara yekkirina her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê û îlan kirina Federasyona Rojava-Bakurê Sûrîye,
gaveke pêşketî bû di arîfeya Newrozê de. Lê divê ev federasyona, li ser esasê qebûl kirina mîletê Kurd ,
ya Kurdistanê û qebûl kirina mafê çarenûsîyê be. Divê zûtirîn dem îdareyeke hevbeş ya leşkerî,
siyasî, aborî ji aliyê TEVDEM , ENKS û hemû partîyên Kurdan ve bê damezrandin.
Li Başûrê Kurdistanê dewleta me ya federe ber bi serxwebûnê ve diçe; gava herî mezin a ber bi
serxwebûnê referandûm e. Divê di serî de yên başûr, lê hemû hêzên netewî yên her çarperçeyên
Kurdistanê bi yekrêzî li pişt Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî bisekinin. Ne dûr e,
Newroza 2017an li Kurdistaneke serbixwe bê pîrozkirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê em hêvî dikin ku hemû hêzên netewî yekgirtina xwe pêk bînin.
Li Bakurê Kurdistanê jibo geş kirina xeta azadîxwaz û demokrat ya Kurdistanî; jibo pêşde birina
hevkarîya Kurdistanî bila Newroz bibe destpêkeke nuh.
Heta Kurdistan û jîyan hebe cejna Newrozê wê her 5 roj piştî karaseta Helepçeyê bê pîrozkirin. Bi
hêvîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê teqabulî meha adara 2017an bike û êş û barê Newrozê siviktir
bike.
Newroza We Pîroz Be
Di Newrozê de em hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin
Bijî Azadîya Kurdistanê
21.03.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê


