CivakRojev

Newroz Pîroz be

Hersal agirê Newrozê 20ê Adarê evarî  tê pêxistin.

Newroz li her çar beşên Kurdistanê û derveyê Kurdistanê her dera Kurd lê hene tê pîroz kirin. Newroz heta wek vê gavê jî bi tene li başûrê Kurdistanê bi azadî û li gora nirxên Kurdewariyê bi xemilandina Ala Kurdistanê û geşkirina agirê Newrozê tê pîroz kirin.

Li Bakurê Kurdistanê Newroz ji aliye partiyên cuda ve tê pîroz kirin. Newroza herî girsehî bi organizekirina HDPê tê pîroz kirin. Lê mixabin ev Newoz ne li gora nirxên netewî û wateya Newrozê tê pîroz kirin. Newrozên HDPê li bakurê Kurdistanê pîroz dike, tene rê didin weneyên Ocalan û alayên HDPê û PKKê bene bilindkirin. Wek din Ala Kurdistanê ranakin û heta bilindkirina Ala Kurdistanê ji aliye PKKê ve tê qedexe kirin.

Lê ji dere HDPê aliyên din yên Kurd newrozê di bin Ala Kurdistanê de pîroz dikin û herweha nirxên netewî didin pêş û newroz li gora naveroka wê tê pîroz kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê rê nehatiye dayîn ti merasîmeke Newrozê ji aliyê xelkê ve bihên lidarxistin. Ji aliyê dezgehên hikûmî û emnî yên Îranê ve bi çalakvana hatiye ragihandin ku her merasîmek bê kirin, divê bi molet û merc be, nabe di merasîman de ala Kurdistanê bihê hildan, sirûdên niştimanî bên gotin.

Rojavayê Kurdistanê jî Newroz ji aliye PYDê û rêveberiya xweser ve li gora mercên PKKê tê pîroz kirin. Naveroka pîrozkirina van newroza û yên li bakurê Kurdistanê HDP pîroz dike wek hevin. Ji aliyek din ve hêzên di nava ENKSê de Newroja pîroz dikin. Ew di bin Ala Kurdistanê de agirê Newrozê pê têxin û bi coşek netewî û niştimanperwerî newrozê pîroz dikin. Lê gelek cara çekdarên PYDê rê nadin ku ew Ala Kurdistanê bilind bikin û êrîşê newrozê dikin û xelkekê teror dikin.

Gelek caran dema mirov li dîmenên newrozên PKKê `pîroz`dike dinêre tu sembolek Kurdistanî û netewî nabîne.

Newroz li Kurdan , li Kurdên niştimanperwer û herweha Kurdên ku newrozê li gora naveroka wê di bin Ala Kurdistanê de pîroz dikin, pîroz be…

Back to top button