PolîtîkRojev

Şadeka AKPê serdan Hewlêr a paytextê Kurdistanê kir

Şanda ku di serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê Peywendiyên Derve yê AK Partiyê Afif Demîrkiran de li Hewlêrê bi Parêzgar Omîd Xosnav û Qeymeqamê Navendî Nebez Ebdulhamîd hevdîtin kir. Şanda AK Partî di hevdîtinên xwe de êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir.

Şanda AK Partiyê ku ji Parlamenterê berê yê Sêrtê û Cîgirê Serokê Giştî yê Peywendiyên Derve yê AK Partiyê Afif Demîrkiran, Parlamenterê berê yê Colemêrgê Fehmî Oztunç û Cîgirê Serokê Giştî yê Peywendiyên Derve yê Navendî Mehmet Ceylan pêk tê îro hatin Hewlêrê.

Şande mêvan bi Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav, Cîgirê Parêzgar Ekrem Ehmed û Qeymeqamê Navendî yê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd re hevdîtin pêk anî.

Nebez Ebdulhemîd ji Rûdawê re ragihand, di hevdîtinê de behsa pêwendiyên aborî yên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ebdulhamît got, “Ji Tirkiyeyê gelek kompanî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Şanda mêvan ji bo xebatên xwe yên li vir xwest ku hêsankarî bêne kirin. Herwiha me jî xwest ku heman derfet ji bazirganên Kurd ên li Tirkiyê re jî bê dayîn.”

Herwiha Ebdulhamîd diyar kir ku di hevdîtinê de êrîşa mûşekî ya Îranê ya li dijî Hewlêra hatiye rojevê û şanda mêvan ew “êrîş şermezar kir.”

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê jî, di hevdîtinê de behsa hevkariyên bazirganî, pîşesazî, berhemanîna di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hat kirin.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartinên parlamentoyê û xebatên ji bo hikûmeta nû jî hatin gotûbêjkirin.

Back to top button