Cîhan

Neviyê Selahedînê Eyûbî daxwaza mîratê dike

Hate zanîn ku hawelatiyekî misrî bi navê Mensûr Şelebî îdîa kiriye ku ew neviyê serkirdeyê dewleta Eyûbî Selahedînî ye.
Neviyê guncaw dibêje ku wî li mala xwe li parêzgeha Qena ku, li başûrê Misrê ye, qutiyeke kevnar peyda kirye û hemû belgenameyên ku, mafê wî di mîratê Selaedîn de tekez dikin di destê wî de ne.

Li gor rojnameya misrî el-Ahram, Şelebî dibêje ku, ew ê belgenameyên di dest wî de pêşkeşî dadgehê bike û daxwaza mafê xwe bike.

Sebaret mîratê jî Şelebî amaje bi wê yekê dike ku, mîratê wî li Misrê nêzî 50 hezar fedan zevî heye, li Sûriyê 7 hezar fedan, li Urdinê 20 hezar fedan û li Libnanê jî 40 hezar fedan e, her wiha kilîla Mizgefta el-Eqsa li Qudsê ku cihekî muslimanan e û pir pîroz e di destê wî de ye.

Şelebî dibêje ku, ev e 20 sal in û ew dawkariya mafê xwe dike û ti carî dê neweste, ta ku mîratê bapîrê xwe vegerîne, û ji bo vê yekê alîkariya serokê kombenda welatên erebî Emro Muse dixwaze, ta ku pişta wî bigre û alîkariya wî li dadgehên Misir û yên navneteweyî bike bo vegerandina mafê xwe.

Warvîn/ Sîmav Kurdaxî

Back to top button