Îroj

17'ê Sermawez

17’ê Sermawez

Di sala 1869’an û di rojekê wekê îroyê de Kanala Suweyşê hate vekirin.

Kanal ji alîya Compagnie Universelle du Canal de Suez, ango Pardarîya Suweyş, hat çêkirin. Kanala Suweyş 163 km dirêjahîya, derê herî teng jî 300 m. firehîya xwe heye û Bûr said(Port Said) û bi Sûweyşê ve digîhîne hev.

Kanalakê di navberê Derya Navîn û Derya Sor de ji berê de dihat plan kirin. Di 14. sedsala Sethos I. û Ramses II. kanalaka Nil de heta Gola Timsah, ji Gola Timsah de jî heta Derya Sor çêkirin. Ew kanala ji bo xopandinê, an jî ji bo pir teng bû, paşê qir bû. Di sedsala 7an de Necho II. xwest ku Kanalaka Nil  heta Derya Sor çêka. Li gorî gotinên Herodot di avahîyayê Kanalê de 120.000 mirov mirin û nikarî kanalê temam bike. Li paş Necho II. re Darîûs I. ew kanala temam kir. Ptolemî(285) jî xebata Darîûs I. hîn rindtir kir.

Di Dema Kleopatra VII. û Roma de kanal wek berê ne bi qêmet(biha) bû.

Di dema Xelife Hz. Omerê de, kanalê ji Qehîre  heta Derya Sor çêkir. Sedsalake din şunda, kanal carekî din bêerk bû.

Daxwazê çêkirinê kanalakê li ser Nîvgirava Sîna Çaxa Navîn  jî dewam kir. Venedîkan di sala 1504’an de bi Împaratoriya Osmanî re ji bo Kanalakê nevbarê Derya Navîn û Derya Sor de çêkin nivîsand.

Gottfried Wilhelm Leibniz jî li ser çêkirinê kanalê di 1671an de ji Ludwig XIV. re nivîsand.

Di sala 1798an de Kengê Napoléon Bonaparte çû Misirê xwest ko kanalakê çêke. Paş Endazeyar Gratien Lepère got ku Derya Sorê li Derya Navîn 10 m. bilindtirê , şûnde Napoleon ji çêkirinê kanalê vegeriya.

Di sala 1843an de Metternich xwest ku Mehmet Ali Paşa re kanalê çêke lê Mehmet Alî Paşa bala xwe neda ye.

Di sala 1854an de Ferdinand de Lesseps bi destekê serkowezîr Muhammed Said re dest bi xebatê çêkirinê kanalê kir. Di sala 1856an de jî Compagnie universelle du canal maritime de Suez hat saz kirin. Ew destpêk de 52% Fransî û 44% jî di destê Misiriyan de bû.

Di 25’ê adarê 1859an de li Bûr Saidê ava kirina kanalê hat destpêkirin.

1,5 milon mirov di ava kirina Kanalê de şixûlîn. 125.000 mirov di ava kirinê de ji nexweşiya Kolerayê mirin. Di 18’ê adarê 1869an de Derya Navîn gehîşta Gola Bitter, di 17’ê sermawezê 1869an de jî kanal hat vekirin. Kanalê di binî de 22 m, di ser de 58 m fireh bûn, 8 m . jî kûr bûna xwe hebû.

Di çêkirina Kanalê de   19.000.000 Pound Sterlin hate xerc kirin.

Back to top button