Netewperestî û pêşketina Kurdên Nasyonalîst
Çi cara ku hest û hişmendîya netewî pêş dikeve, çi cara ku netewperestî di nav Kurdan de geş û xurt dibe, çi cara ku Kurd piçekî ber xwe dibînin, çi cara ku rewşa Kurdan piçekî baş dibe, hew we dît (bi taybet ji alî PKK ve) provokasyonên wek şerê xendekan hatin kirin rê li ber pêşketin û xurtbûna Kurdan hat girtin…
Nûrî Çelîk
Me Kurdan ji ber jarbûn û kêmbûna hestên netewperestîyê winda kiriye. Tunebûna hest û hişmendîya netewperestîyê hiştiye ku em ji xelkê re bibin yar, û ji xwe re bibin neyar. Bi taybet di tekoşîna azadîya welat û milletên bindest de netewperestî asas û stûna rizgarî û serketinê ye. Welatên ku herî zêde ji xwe re sosyalîst digotin-dibêjin û behsa heq û hiqûqê mafê mirovan dikirin û dikin jî şoreşên xwe li ser asas û stûna netewperestîyê (Nasyonal Sosyalîzm) kirine. Lenîn netewperestekî Rûs, Stalîn netewperestekî Gurcî-Rûs, Mao netewperestekî Çînî û Hoşîmîn jî netewperestekî Vîetnamî bû. Hoşîmîn digot „ Ez komunîst im, lê netewperestekî Vîetnamî me“. Netewperestî li her welatî û di nav her milletî de heye, netewperestî ji wan re nasname ye, zîndebûn e, hebûn û tunebûn e. Ez bahwer im di dinyayê de milletê ku herî kêm netewperest e û herî zêde berjewendîyên xwe û welat-milletê xwe ji xelkê re dike qurban, em Kurd in. Ev yek jî me ji hest û hişmendîya netewî dûr dixe, ji serketin û azadîya me re dibe kêmasî û astengek mezin.
Helbet di lawazî, kêmbûn û pêşketina hest û hişmendîya netewî de bandora gelek sedeman heye. Ol, hizir û fikirên biyanî yên wek komunîzm û sosyalîzmê, kesayetî û îradeya jar û têkçûyî, hestên bindestî û koletîyê û gelek sedemên din hiştine ku Kurd bi ser xwe ve neyên, xwe nas nekin û ji kesayetîya xwe û qewmîyeta xwe dûr bikevin. Evê hest û hişmendîyê nehiştiye em bibin netew-millet û û îro jî ev malkambaxî berdewam e. Tunebûna hest û hişmendîya netewî herweha hiştiye ku wek millet em xwe nas nekin û her kêlîyê, her gavê, her kat û wextê bibin pêlîstoka dijminên xwe û têkevin bin xizmeta berjewendîyên wan. Vê yekê herweha hiştiye ku tifaqa me çênebe, em nebin yek û tovên neyartî û xiyaneta navxweyî di nava me de çandiye. Dîsa vê yekê hiştiye ku berjewendîyên şexsî, malbatî, eşîrtî, rêxistinî û partîtîyê têkevin pêşîya berjewendîyên netewî û bi zikek têr yek birçî, bi hest û hişmendîyek hindik û rindik doza azadîya milletê Kurd bê fetisandin.
Bêguman di lawazî û têkçûna hest û hişmendîya netewî de helbet rol û bandora siyaseta dewletê, bandora siyaseta partîyên Kurd û asîmîlasyonê jî pir e. Bi taybet siyaseta dûrî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê, siyaseta brayetîya xelk û ummetê, siyaseta bi zimanê Tirkî bandorek mezin û neyênî li kesayetî, îrade û hestên netewî dike. Civaka Kurd di bin bandora siyaseta wan partîyan de dimîne, li gor siyaseta wan tev digere û peşkên neyênî û xerab ên wan partîyan li civaka Kurd dikeve. Ango, masî ji serê xwe genî dibe. Serî genî be, laş û bedenê jî bi xwe re genî û kurmî dike. Bi taybet di van bîst salên dawîyê de civaka Kurd ji kesayetî, îrade, ziman, çand, û ji hest û hişmendîya xwe ya netewî gelek tişt winda kir. Di vir de sûc û gunehê partîyên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin û hewl didin Kurdan bi dewletê ve pîne bikin û pê ve bizeliqînin, pir e.
Lê bi ser evqas nehênî, xerabî, zordarî, girtin û kujtinê jî, pêşketinên baş jî dibin. Bi taybet di warê geşbûn û zîndebûna hestên netewî û netewperestîyê de hêdî hêdî Kurd bi ser xwe ve tên û li xwe hay dibin. Bi taybet di nav xort û ciwanên Kurd de, di nav xwendevanên Kurd de hestên Kurdayetîyê derdikeve pêş û gelek ji wan li ziman û çanda xwe jî xwedî derdikevin. Di vir de bêguman rol û bandora Medya Civakî, siyaseta dij Kurd a dewletê, siyaseta pasîf a partîyên Kurd, nîjadperestî û dijminatîya kesayet, partî û civaka Tirk, dihêle ku Kurd li xwe vegerin, sînorekî têxin navbera xwe û yên din û ji xewa giran hişyar bibin. Ev pêşketinek bi xêr e, pîroz e û divê herkes, her hêz û dezgeh hest û hişmendîya netewî-Kurdayetîyê di nav xort û ciwanan de xurttir bike û wan bi tenê nehêle.
Pêşketina hest û hişmendîya netewî, ango pêşketina netewperestî û nasyonalîzma Kurd nîşanek xêrê ye, hêvîya ronahîya pêşeroja Kurda ye. Bi taybet encama lêkolîna ku Spektrum House kiriye hêvîyek mezin dide me. Hêvîya vejîna netewperestîyê û Kurdên nasyonalîst.
Şîrketa Spektrum House di navbera 15 û 28ê Tebaxê de li 12 parêzgehên wek Agirî, Dîlok, Êlih, Bîngol, Diyarbekir, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Stenbol, Enqere û Mêrsînê
bi Kurdan re rasterast rapirsînek çêkir û ji wê rapirsînê encamên balkêş û hêvîdar derketin holê. Di rapirsînê de rêjeya kesên ku xwe wek „Nasyonalîstên Kurd – Netewperestên Kurd“ pênase dikin ji sedî 39,4 e.
Li gor rapirsînê;
ji sedî 39.4 Kurdên Netewperest
Ji sedî 23,2 Kurdên mihafazakar
Û ji sedî 19,9 ê Kurdan jî xwe wek sosyalîst pênase kirine.
Ev cara yekê ye ku ji %39,4 ê Kurdan xwe wek nasyonalîst ango netewperest pênase dikin. Bi ser hemû zilm, zordarî, tirsandin, girtin û lêdanê, rêjeya 39,4 rêjeyek bilind û baş e û hêvîya me ya pêşerojê xurt dike. Di rapirsîna sala 2015 an de rêjeya nasyonalîstên Kurd ji %4 bû. Heger di nava 9-10 salan de ev rêje bûbe ji %39,4, ev mizgînîya serketin û şoreşa netewperestîya Kurdî ye, pêşketinek pîroz û fîraz e.
Li vir divê em haydar û baldarê tiştekî bin. Heger we dên û bala xwe dabiyê, çi cara ku hest û hişmendîya netewî bi pêş dikeve, çi cara ku netewperestî di nav Kurdan de geş û xurt dibe, çi cara ku Kurd piçekî ber xwe dibînin, çi cara ku rewşa Kurdan piçekî baş dibe, hew we dît (bi taybet ji alî PKK ve) provokasyonên wek şerê xendekan hatin kirin rê li ber pêşketin û xurtbûna Kurdan hat girtin. Berî deh rojan Endama Komîta Navendî Hêlîn Ûmît di hevpeyvîna xwe de alamet û nîşana provokasyonan da û ji xort û ciwanên Kurd daxwaza çalakîyên radîkal ên wek şerê xendekan kir. Çi dibe bela bibe, kî bêje bela bêje, bi giştî em Kurd û bi taybet jî xort û ciwanên Kurd divê hay ji provokasyonan hebin û neyên lîztikên hinek kes û alîyan.
Bi kurt û Kurmancî; Seydayê Cegerxwîn digot „ Ronahî li pey tarî ye„.
Pêşketina netewperestî û Nasyonalîzma Kurdî wek ronahîya li pey tarîyê ye. Pîroz e û divê xurttir bibe wesselam..